Sê jinên şoreşger ên Kurd li Melboûrneyê hatin bibîranîn

Sê jinên şoreşger ên Kurd ku heft sal berê li Parîsê hatibûn qetilkirin, li bajarê Melboûrne yê Evûstralyayê hatin bibîranîn.

Saziya Jinên Kurd a Melboûrneyê şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatibûn qetilkirin.

Di bibîranînê de axaftin hate kirin û sînevîzyon hate nîşandan.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê kujerên vê qetlîamê werin darizandin. Di bibîranînê hate gotin ku “Em ê her sê şoreşgerên jin tu carî ji bîr nekin.”

Piştre helbesta ji bo sê jinên şoreşger hate xwendin û koma jinan a muzîkê Avesta jî derket ser dikê.