Salvegera PKK’ê li Helsînkî hat pîrozkirin

Kurdên li Fînlandya dijîn li Helsînkî bi şahiyekê 43. salvegera damezrandina PKK’ê pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Fînlandya dijîn bi munasebeta 43’mîn salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li paytextê Fînlandya Helsînkî bi şahîyekê pîroz kirin.

Pîrozbahî ku ji alîyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatibû rêxistinkirin, bi tevlîbûna girseyî ya Kurdistaniyan bi coş hat pîrozkirin. Merasîma pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê hat destpêkirin. Piştre daxuyanî û peyam hatin xwendin.

Piştî xwendina peyam û daxuyaniyan pîrozbahî bi mûzîk, govend û dîlanan heya derengê şevê dewam kir.