Salvegera damezrandina PKK'ê li Ûppsala û Lyonê hate pîrozkirin

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê û li bajarê Lyon ê Fransayê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li bajarê Ûppsala yê Swêdê bi şahiyekê hate pîrozkirin ku bi sedan kes tevlî bûn.

Kurdistaniyan ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin.

Li salona pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên şoreşa Kurdistanê û alên PKK û PAJK'ê hatin daliqandin.

Girseya gel tim û tim dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîriya.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Menîce Yîgît di destpêka şahiyê de axivî û anî ziman ku gelê Kurd divê li dora PKK'ê azadiya xwe mezin bike.

Siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş jî qalê kir ku PKK di nava kîjan zor û zehmetiyan de ava bû û bi kîjan zehmetiyan mezin bû.

Delîbaş anî ziman ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re PKK navneteweyî bûye û got, "Li çar aliyên cîhanê dostên PKK'ê, dostên gelê Kurd hene. Hema bibêje li her devera cîhanê dostên Kurdan pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mezin dikin."

Di şahiyê de hunermend Evîn Akbaş, Dilşat Hewlêrî, Kewê, Beser Şahîn û Kawa hunera xwe pêşkêş kirin.

her wiha koma govendê jî lîstikên xwe yên herêma Amedê lîst.

LYON / GRENOBLE

Li bajarên Lyon û Grenoble yên Fransayê jî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lyonê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê CDK-F'ê Mehmet Dag axivî û bal kişand ser têkoşîna 45 salan a PKK'ê.

Di pîrozbahiyê de peyama pîrozkirin û piştevaniyê ya MLKP'ê hate xwendin.

Piştî axaftin û peyaman Meral Alkan û Engîn Xelîkan hunera xwe pêşkêş kirin.