Ozturk: Perspektîfa Ocalan ji bo avakirina enternasyonalekê guncaw e

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku perspektîf û banga Rêber Apo ji bo avakirina enternasyonalekê gelekî guncaw e.

Banga Rêber Apo û metna perspektîfê ya ku ji Kongreya 12'emîn a PKK'ê re şand tê nîqaşkirin. Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku di nava hin tevgerên sosyalîst de jî rexneyeke ewqasî şênber li kapîtalîzmê nehatiye kirin.

Ozturk destnîşan kir ku gotina sosyalîzma civaka demokratîk û israra di sosyalîzmê hem cihê kêfxweşiyê ye hem jî derfetên gelekî mezin pêşkêş dike û got, "Li cîhanê dibe ku hêza herî mezin a ku niha sosyalîzmê diparêze PKK ye. Lewma ez vê yekê gelekî erênî dibînim û dikare rê li ber gelek pêşketinên din ên siyasî veke. Nîqaşên ku vê daxuyaniyê rê li ber vekir bi xwe wê encamên gelekî erênî biafirîne."

Hakan Ozturk işaret bi neteweya demokratîk kir ku di metna Rêber Apo de tê behskirin û got, "Vê yekê ji têkiliya xwînê wêdetir vediguherîne têkiliya welatiyên wekhev, ku ev yek afirandina neteweyeke ji mînakeke baş a li cîhanê ye. Li şûna nirxandina vê yekê ji ser mînakên nebaş, li şûna pênasekirina neteweyekê li ser têkiliya xwînê, pênasekirina bi neteweya demokratîk, civaka demokratîk nêzî nêrînên EHP'ê ye. Lewma em nabêjin divê netewe dewleteke ji xwîneke saf be. Ya rast ti Marksîst tiştekî bi vî rengî nabêje. Ji ber vê yekê wekheviya kokê, xwespartina li têkiliya welatîbûna wekhev, xwevegirtina ji netewe dewleta xwîna saf, rewşeke di cih de ye. Eger li Rojhilata Navîn û cîhanê netewe dewleta ji xwîna saf bê parastin û weke çareseriyê bê ferzkirin, ev yek wê felaketê bi xwe re bîne. Li hemberî vê yekê, gelo em Marksîst em ê bibêjin, bila netewe dewletê cuda cuda bê avakirin? Ez bi xwe nabêjim. Eger welatekî hevpar, cografyayeke hevpar bê avakirin, weke Marksîstekî ez ê heta dawiyê piştgiriyê bidim wê. Çawa ku Bolşevîkan, Lenîn xwest Rûsya bibe welatekî herî berfireh. Bi dîtina min ev yek ne cihê rexneyê ye; berevajî vê yekê ji bo me erênî ye.

BANGA ENTERNASYONALÎZMA NETEWEYAN E

Nêzîkatiyeke din a polîtîk heye. Em vê yekê li Tirkiyeyê di nava gelek hêzan de nabînin. Dibêje, divê enternasyonalîzm bibe. Ez gelekî erênî dibînim ku çareserî jî bê berfirehkirin. Konfedearlîzm li cografyayên cuda di nava pirsgirêkên netewe dewletan de dikare bê nirxandin, lê belê eger em ê li gel vê yekê tevgereke siyasî bimeşînin, hingî li hemberî vê meseleya hovane ya li tevahiya cîhanê em ê çawa karibin li ser piyan bisekinin? Çareseriya wê jî enternasyonalîzm e. Avakirina avaniyeke enternasyonal e, destpêkirina karên ji bo wê ye! Ji xwe dema ku Tifaqa Ked û Azadiyê destpê kir, yek ji pêşniyarên me ev bû. Me got, 'Niha li ser serê me gelek bela hene, lê belê yên mîna wê li Emerîkaya Başûr jî rû dan, li Ewropayê jî rû dan, li Asyayê jî rû dan. Em bi rêxistiniyên welatên ku heman mînakan lê rû dan sempozyûmê çêbikin, tecrûbeyên xwe parve bikin'. Pêşniyar aavakirina enternasyonalekê ya niha tiştekî gelekî li pêş e û weke Marksîstekî ez dikarim vê gelekî erênî bibînim. Tevgera Kurd xwedî hêzeke mûazam a vê yekê ye. Bi vê hêza mûazam banga enternasyonalekê hatiye kirin. Ne banga enternasyonaleke entelektuel a riziyayî ye, banga enternasyonalîzmeke gelekî bi wate ye. Weke banga enternasyonalîzma neteweyan e.

ÎRO JÎ WÊ JI KURDAN BÊ PIRSÎN

Ozturk destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd îro xwedî hêzeke girîng e û anî ziman ku têkildarî enternasyonalîzmê gava ku hate gotin, 'Ev baş e, bila bê kirin' wan got wê gaveke mezin bê avêtin. Ozturk bi dewamî got, "Dema ku ew roj hat, gava ku Tevgera Kurd got, 'Hevalno em di asta cîhanê de van meseleyan nîqaş bikin, li gel we çawa bû, tecrûbeyên we çi bûn', hingî bûyer wê bi du qatî mezin bibe. Bi dîtina min, di rewşeke welê de ku ewqas xwedî tecrûbe ye, ewqasî xurt e û danheviya xwe ya teorîk heye, ev yek wê gelekî baş be. Ev wê nebe bûyereke weke ava entelektuelan, wê bibe bûyerek şênber a ketiye meriyetê. Lewma, çi yê gelê Kurd ji Rûsyan kêm e ku zemîna enternasyonalê amade kir? Niha dikare bê gotin, 'Gelo wê êdî her tişt ji Kurdan bê pirsîn?' Çawa ku her tişt wextekê ji Rûsan hate pirsîn, îro jî wê ji Kurdan bê pirsîn. Ji ber eger te ev kar bi ser xist, hingî wê karê din jî ji te bê pirsîn. Rûsan nikarîbûn bigotina 'Ma her tişt wezîfeya me ye?', lewma Kurd jî nikarin bibêjin. Vî barî bi rûmetdarî dikarin hilgirin ser milê xwe. Jiyan bi vî rengî ye, dîrok bi vî rengî ye. Gelê Kurd li vê cografyayê ev yek bi ser xist. Îro li Rojava serketinên wan têne axaftin, li Tirkiyeyê serketinên wan têne axaftin. Meclîsên li wê derê ava kirin, laîtiya li wir ava kirin têne axaftin. Li Rojhilata Navîn laîktiyek ketiye meriyetê. Mirov ji baweriya xwe azad in. Lewma çawa ku ev hemû mijar xistin rojeva xwe, dikarin enternasyonalîzmê jî bixin rojeva xwe. Tevgera Kurd pêleke welê ye ku her kes vexwendiye ku bi rengê enternasyonalîst tevbigerin. Her tim xwişk û biratiya gelan parastine, ti carî dijminatiyeke biçûk li neteweya serwer nekiriye."

Wê dewam bike...