Li Sydneyê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) li bajarê Sydneyê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan Newroz pîroz kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) li bajarê Sydneyê bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan Newroz pîroz kir.
Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê û gelek kesên ji civakên cuda di Newroza bajarê Sydney ê Awûstralyayê hatin cem hev. Girseyê agirê Newrozê pêxist û bi gerandina govendê Cejna Newrozê pîroz kirin.
Nûnerên gelek partiyên siyasî yên Awûstralyayê jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamenterên Partiya Karkeran (ALP) yên desthilatdar Anthony D'Adam û Stephen Bali, nûnera Eyaleta NSW’ê Michelle Rowland, namzetê parlamenteriyê Dilvan Bîrcan, endamên meclisa şaredariyê Susai Benjamin û Mira Îbrahîm, senatorên Partiya Keskan David Shoebridge û Lee Rhiannon, nûnera Partiya Keskan a NSW’ê AmynCroft, endamê meclisa şaredariya Balmînê Îsmet Taştan û nûnerên Tifaqa Sosyalîst Peter Boyle û Php Hînman beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Nûnera Eyaleta NSW’ê Mîchelle Rowland diyar kir ku Newroz sembola jinûve zayîn, hêvî û yekîtiyê ye û bal kişand ser zilma li gelê Kurd tê kirin û wiha got, "Awûstralya wê di parastina mafên kêmneteweyên etnîkî û olî, bi taybetî jî yên Kurdan de bi israr be.”
Senatorê Partiya Keskan David Shoebridge têkoşîna gelê Kurd silav kir û destnîşan kir ku divê siyasetmedarên Awûstralyayê li hemberî zext û zordariya Tirkiyeyê ya li ser tevgera siyasî ya Kurd dimeşîne dengê bilind bikin.
Shoebridge anî ziman ku rejîmên otorîter modela rêveberiya demokratîk û pirneteweyî ya li Rojava ji bo xwe wekî gefekê dibînin û wiha domand: "Newroz pîrozbahiya serketina ronahiyê ya li hemberî tarîtiyê ye. Hêvîdar im ev sal wê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û guhertina pêvajoyeke demokratîk."
Nûnerê Tifaqa Sosyalîst û namzetê Senatoyê Peter Boyle jî li ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê rawestiya û got, "Hûn tenê cîhanek xweş xeyal nakin, hûn wê ava dikin. Modela civakî ya li Rojava hatiye avakirin, hêvî û hevgirtinê tîne bîra me."
Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê Brûsk Ayverî û Hevserokê DKTM'ê Tîmur Tatvan jî bal kişandin ser banga dîrokî ya Rêber Apo û banga xurtkirina yekîtî û têkoşîna gelê Kurd kirin.
Piştî axaftinan, hunermend Roj û koma pê re derketin ser dikê û stran gotin. Piştre hunermend Hozan Xanemîr û hunermenda mêvan Zozan Zûdem ên ji Ewropayê hatibûn, beşdaran coşandin û heta derengiya şevê govend gerandin.