Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo hevgirtina Can TV a ku xîtabî Elewiyan dike şahiyek hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Pîr Celal Firat, nûnerên ji saziyên Elewiyan, siyasetmedar û gelek kes beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi duaya gulbangê ya Pîr Celal Firat destpê kir. Firat li ser geşedanên dawî axivî û got, ”Di demên dawî de, xeterek cidî ya jenosîdê li dijî Elewî li Sûriyeyê heye. Komên cîhadîst êrîşî îbadetxane û cihên pîroz dikin. Mirov hatin qetil kirin, koçber kirin. Li Rojava zext, êrîş û gefên li dijî gelê me yê Kurd hene. Gel hewl didin ku nasnameya, çand û azadiya xwe biparêzin. Divê em bi gelên me yên wir re di nava hevgirtinê de bin.”
Piştre koma muzîkê Zaza Women derket ser dikê û bi stranên zaravayê Kirmanckî beşdaran coşandin. Berdevka Yekîtiya Jinên Demokratîk Songul Morsumbul di şahiyê de axivî. Songul Morsumbul şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî. Songul Morsumbul li ser geşedanên dawî axivî û got, “Li Tirkiyeyê zext û tecrîda li ser Elewiyan û baweriyên din didome. Pergala Erdogan û Bahçelî heta goristanan êrîşî baweriya me dikin. Di vê em li hemberî vê yekê derkevin. Xwedîderketina paradîgmaya demokratîk, wekhevî û azadixwaziya jinê ya li Rojava wê têkoşîna hevpar xurt bike.”
‘DEWLET TENÊTIYÊ LI SER KURDAN Û ELEWIYAN FERZ DIKE’
Piştî ku konsera muzîkê ya hunermend Evrîm Ali, Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar sînorên dewletan nikarin pêşiya têkoşînê bigirin û wiha got: “Îro salvegera azadkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê ye. Ev dewlet tenêtiyê li ser Kurdan û Elewiyan ferz dike. Gelê Kurd û civaka Elewî di vê sedsalê de li hemberî vê tenêtiyê li ber xwe dan. Ev berxwedan hişt ku em îro bên ba hev. Hêza me ya herî mezin tekoşîna gelê Kurd û civaka Elewî ye.
‘EM JI VÊ PÊVAJOYÊ RE NIKARIN BIBÊJIN PÊVAJO’
Li Tirkiyeyê behsa serdemeke nû tê kirin. Lê belê, em nikarin ji vê serdemê re bibêjin ‘pêvajo’.. Pêvajoya navê destpêka rewşê ye. Serdemek bi dirêjkirina destê Devlet Bahçelî destpê kir. Lêbelê, pirsgirêka Kurd pirsgirêkek dîrokî ye û divê cîdî were destgirtin. Heke em ê vê pirsgirêka dîrokî çareser bikin, divê şertên wekhev bên avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku aktirê sereke yê çareseriyê ye di girtîgehê de hiştin, lnabe ku em ji vê serdemê re bibêjin pêvajoya muzakereyê. Divê birêz Ocalan ramanên xwe di nava şert û mercên azad û wekhev bîne ziman. Ev 26 sal in di bin şert û mercên tecrîdê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çi ji destên wî tê dike û dibêje; ‘Li Rojhilata Navîn valahiyek hebû, me xwest em vê valahiyê bi azadiyê tije bikin’. Ew jî Rojava ye. Rojava cihê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya li Rojhilata Navîn e. Ne pêkan e ku mirov êrîşên li ser Rojava qebûl bike. Divê Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava were naskirin. Şoreşa Rojava, li Rojhilata Navîn pîvana demokrasî û azadiyê ye.
‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’
Em gelên ku tekoşîna ji bo azadî û edaletê de ya sedsalan derbas dike ne. Girêdana me ya vê têkoşînê wê îro û sibê berdewam bike. Têkoşîna li Rojava navê berxwedana li dijî pergala kapîtalîst û faşîst e. "
Şahî bi konsera muzîkê ya hunermend Tolga Sag bi dawî bû.