TEV ÇAND Ewropa li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne daxuyanyek nivîskî weşand. Daxuyaniya TEV ÇAND Ewropa bi vî rengî ye:
“Ji destpêka krîza Sûriyê û heya îro planên cîhanê çawa li ser guhertina rejîma Baas û Esed bûn, planên dewleta Tirk a dagirker jî li ser rêlibergirtina wê yekê bû ku Kurd li Rojava û Sûriyê nebin xwedî statuyek û bi vê re her ku çû axa Rojava û Sûriyê dagir kir. Hilweşîna rejîma Esad ti car nebû armanca dewleta Tirk a dagirker. Her dem di nav hewldana hilweşandina destkeftiyên Kurdan de ye.
Rojane û bê navber saziyên xizmetê, depoyên qût û avê yên gel bombebaran kir. Bêyî ferqê têxe navbera mezin û biçûkan, şervan û sivîlan bi hemû kîna xwe Kurd qetil kirin. Çiqas diz, çete hebûn di bin baskên xwe de xwedî kir, bi çek kir û bera ser serê Kurdan da.
Dewleta Tirk a dagirker li ber çavên cîhanê bi sedan sûcên şer kirin mafê mirovan, ajalan û xwezayê binpê kirin û bi yek gotinê kîna wê ya li hemberî Kurdan da der û bû mîna hovekî bê rehm, hişk û ter da ber xwe. Rojnamevan, rewşenbîr, hunermend û jin her dem hedefên wê yên pêşîn bûn. Li hêlekê behsa xwişk û biratî û aştiyê dike li hêla din êrîş û kuştinên der mirovahî didomîne. Loma divê dewletên cîhanê bizanibin ku tenê bi daxuyaniyan Rojava û gelê Kurd nayê parastin û bi tenê gotinên şermezarkirinê jî dewleta Tirk dest ji hovîtiya xwe bernade.
DEWLETA TIRK DI TINEKIRINA KURDAN DE ISRAR DIKE
Bi van kirinên wê yên di vê demê de ku hinekî hêviyên aştiyê xurtbûne de pêvajoyê berovajî dike û careke din jî îspat dike ku hîn pir ji aştiyê dûr e û di tinekirina Kurdan de bi israr e. Di van sê rojên dawî de vekirî li ber çavên cîhanê û bi zanebûn kerwanên sivîlan ku hatibûn nobeda Bendava Tişrînê bi dehan caran bombebaran kir û bi dehan sivîl şehîdxistin û yek ji wan jî hunermend Cuma Xelîl bû.
'HEVAL CUMA XELÎL DI DILÊ GEL DE CIH GIRT'
Hevalê me Cuma ku weke Bavê Teyar di nava gel de dihate naskirin û ev 40 sal in di nava têkoşîna azadiyê de bê rawestan xebitiye û her demê ji gel re bû kaniya moralê. Bi kesayetiya xwe ya wêrek û welatparêz di her şert û mercan de weke milîtanekî di nava Tevgera Azadiyê de cih girtiye. Bi lîstik û hunera xwe ya taybet cihê xwe di dilê biçûk û mezinan de hunandi ye.
Em li vir careke din wek Tevgera Çand û Hunera Demokratik soza xwe bi şehîdên xwe re ji Şehid Sefkan û Şehîd Mizgîn heya bi heval Cuma re nû dikin ku em ê rê nedin dagirkeran ku welatê me, çanda me, axa me talan bikin.
LI DIJÎ ÊRÎŞAN TÊBIKOŞIN
Em ê li dijî dagirkerî û qirkirina çandî her li qadan bin û çalak bin.
Em bang li hemû derdorên azadîxwaz, gelê xwe yê welatparêz û hemû hunermend û hunersazan dikin ku em hovîtiyên dagirkeriya Tirk qebûl nekin, bi hestên şehîd Cuma Xelîl ango Bavê Teyar Rojava biparêzin. Dengê xwe bilind bikin ku hemû raya giştî ya cîhanê de sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin û li hember wê têbikoşin. Çi dibe bila bibe ruhê fedekariya gelê Kurd di şexsê wan şehîdan de wê serketinê li me teqez bike. Û divê em jî her ferdekî wê axê û welatî ji bo parastina destketiyên şehîdan çi ji me bê em bê rawestan pêk bînin. Şehîd Namirin.”