Êrîşên dagirkerî û qirkirinê li Duisburgê hat şermezarkirin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê li bajarê Duisburgê hat şermezarkirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Tişrînê li bajarê Duisburgê hat şermezarkirin.
Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Tişrînê çalakî hat lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li ser banga DKTM ya Duisburgê û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ber çavê cîhanê û pêk tên şermezar bikin, li ber Gara Trenê ya Navendî ya Duisburgê li hev civiyan.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel û DKTM'ê ya Duisburgê axaftin hatin kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçe dijwartir dibin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên sîstematîk ên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, binesaziyên jiyanî û navendên stratejîk ne tenê jiyana sivîlan, aramî û aştiya herêmê jî dixe xeteriyê.
Di axaftinan de bêdengiya civaka navneteweyî jî hat şermezarkiirn û wiha domand: “Bêdengiya navneteweyî wêrekiyê dide Tirkiyeyê. Pêwîst e saziyên weke Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê berpirsyariya xwe bi cih bînin û êrîşan rawestînin, sivîlan biparêzin û alîkariyên mirovî bidin. Her wiha divê der barê sûcên şer ên Tirkiyeyê de lêpirsîn bê destpêkirin û berpirsyar bên cezakirin.”
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk sûcê şer û mirovahiyê dike û wiha pê de çû: "Windakirina Rojava windakirina Kurdan e. Divê gelê Kurd li her derê li ber xwe bide”.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPJ-YPG’ê”, "Bijî berxwedana QSD’ê”, "Jin Jiyan Azadî" û “Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.