BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê hatin bibîranîn: Têkoşîna wan wê bi ser bikeve

Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê hatin qetilkirin li Stockholmê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de peyama wê têkoşîna şehîdan bi ser bikeve hat dayîn.

Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo şehîdên Parîsê ji aliyê  Meclîsa Jinê ya Amara ve merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna ku gelek kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan azadiyê destpê kir. 

Dayika Aştiyê Şukran Kara di bîranînê de axivî û got, "Bi sekna şoreşgerî ya pêşengên jin ên weke Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Sêvê Demîr, jin ji civakê re bûne nefes. Bi saya van jinên şoreşger civaka me bi hêztir bûye. Wê sibe xurtir bibe. Dewlet baş dizane ku ruhê berxwedanê yê Sakîne Cansiz, Ronahî û Rojbîn li cîhanê deng veda."

'TÊKOŞÎNA JINÊN KURD WÊ BI SER BIKEVE'

Endama TJK-E Nûpel Munzur jî got: “Em dibînin ku têkoşîna Sakîne Cansiz û Evîn Goyî di bedena bi hezaran jinan de dijîn. Bi hezaran jin di rêya Sara, Rojbîn û Ronahî de li dijî zext, dagirkerî û serdestiya mêran têdikoşin. Di vê serdemê de ku me dît ku paradîgmaya dewletê têk çû, heman zîhniyeta qetlîamker Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Rojava bi awayekî hovane qetil kirin.”

Siyasetmedara Kurd Rûken Yetîşkîn jî wiha axivî: “Jinên Kurd ji Parîsê heta Silopiyayê bi awayekî hovane ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Yek ji wan hevrêya min hevala min Sêvê bû. Dema ku ji girtîgehê derket, bêwestan têkoşîn meşand. Wê bi taybetî têkoşîna jinên Kurd, têkoşîna Kurdan bi ser bikeve.”

Nivîskar-Çalakvan Latîfe Fegan jî got, “Herî zêde jin ji pêkanînên dijdemokratîk ên li Tirkiyeyê bandor dibin. Jinên Kurd di rêya ku Sakîne Cansiz vekiriye de li dijî vê zilmê li ber xwe didin. Ev têkoşîn a me hemûyan e. Em ê bi ser bikevin, dirûşma me Jin, Jiyan, Azadî ye."

Hunermenda Kurd Evîn Akbaş jî behsa hunermendê Kurd Mîr Perwer ê di komkujiya sala 2022’yan de li Parîsê hate qetilkirin kir.

Malbata fermandar Akîf Dogan (Mehmet Şîrîn Cebe) ê ku di Çileya 2013’an de li Nisêbînê şehîd bû jî beşdarî bîranînê bû. Di bîranînê de birayê şehîd Letîf Cebe jî axaftinek kir.

Piştî axaftinan sînevîzyona ji bo Evîn Goyî hatibû amadekirin hate pêşandan.