Li Bremenê komkujiya elewiyan ên li Sûriyeyê hat protestokirin
Li Bremenê di çalakiya protestokirina komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê de hat destnîşankirin ku şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin.
Li Bremenê di çalakiya protestokirina komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê de hat destnîşankirin ku şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin.
Komkujiyên Elewiyan ên li Sûriyeyê li ber Parlamentoya Eyaleta Bremênê ya Elmanyayê hat protestokirin. Mala Cemê ya Bremenê, Bratî e. V. û Meclîsa Jinê ya Sêvê piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dîmenên komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê vedibêje, wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.
Ruxmî bara dijwar jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Ji Mala Cemê ya Bremenê Elîf Dûman daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji aliyê Erkanê Bawerî û Rêya Ewropayê ve hatibû nivîsandin, xwendin. Elîf Dûman wiha got, “Li dijî zalima ku civaka Elewî ya li Sûriyeyê tê kirin em dengê xwe bilind dikin."
Elîf Duman anî ziman ku ew destwerdanên emperyalîst ên rê li ber şerê li Sûriyeyê vekir, bi tundî şermezar dikin û wiha bang kir: “Em bang li hemû saziyên sivîl û raya giştî ya hestiyar dikin ku li dijî zilma li ser Elewiyan û hemû kom û kêmneteweyan têbikoşin. Ev şer ne tenê li dijî gelên li Sûriyeyê û herêmê, li dijî hemû rûmeta mirovahiyê ye. Em hikûmeta cîhadî ya selefî li Sûriyeyê û dewleta şerîetê ya ku ew temsîl dike red dikin! Li hemberî komkujiyên li Sûriyeyê em li cem civaka Elewî û hemû gelên bindest in. Em zilm û her cure terorê şermezar dikin."