Komkujiyên Mereş û Roboskî li Friedrichshafenê hatin bibîranîn
Kesên di komkujiyên Mereş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dane li Friedrichshafenê hatin bibîranîn.
Kesên di komkujiyên Mereş û Roboskî de jiyana xwe ji dest dane li Friedrichshafenê hatin bibîranîn.
Kurdistaniyên li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê kesên di 46’emîn salvegera Komkujiya Mereşê û 13’emîn salvegera Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser komkujiyan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê gelê Kurd ji êşên berê dersê derxîne û anîn ziman ku ji bo Mereş û Roboskî yên nû nebin hewceyî bi hevgirtin û rêxistinbûyîneke xurtir heye.
Di bîranînê de sînevîzyona têkildarî komkujiyên Mereş û Roboskî hat pêşandan. Di vê sînevîzyonê de paşperdeya komkujiyan, trajediyên gel û lêgerîna edaletê bi berfirehî hat vegotin.