Li Triesteyê êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin
Li bajarê Trieste yê Îtalyayê êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin.
Li bajarê Trieste yê Îtalyayê êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin.
Koordînasyona Trieste ya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li bajarê Trieste yê Îtalyayê çalakî li dar xist.
Çalakgeran bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava dan, peyamên hevgirtinê dan û banga xwedîderketina Şoreşa Rojava kirin.
Di çalakiyê de hate gotin ku wê çete têk biçin û şervanên bi ruhê Kobanê li ber xwe didin wê bi ser bikevin.
Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û posterên Rêber Apo hatin vekirin.