Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê pêwîstî bi tevkariya pozîtîf heye
BI DÎMEN

Li Berlînê komkujî û dagirkeriya li Rojava hate şermezarkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê komkujî û dagirkeriya li Rojava hate şermezarkirin û berxwedan hate silavkirin.

ŞERMEZARKIRINA DAGIRKERIYÊ

Li paytexta Elmanya Berlînê, komkujiyên li dijî Elewî, Durzî û Xiristiyanên li Sûriyeyê û hewldanên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîngekê hate lidarxistin. 

Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlînê ve hate lidarxistin bûn. Gel li Potsdamerplatzê kom bûn û ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin.

Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz got, “Li Sûriyeyê Elewî, Durzî û Xiristiyan tên qetilkirin. Dewletên Ewropa û dewletên cîhanê li hemberî van komkujiyan bêdeng dimînin. Em li hemberî van komkujiyan bêdeng namînin, van komkujiyan şermezar dikin.  Tu komkujiyeke bi vî rengî di Îslamê û oleke din de nîne.”