Li Freiburgê polîtîkaya darvekirinê ya Îranê hat eşkerekirin

Cezayên darvekirinê yên Îranê li dijî jinan, ji aliyê endamên Komîteya Solidaritat û Meclîsa Jinê ya Nûda ya Freiburgê ve hatin eşkerekirin.

Komîteya Solidaritat û Meclîsa Jinê ya Nûda li ber Zanîngeha Freiburg ê Elmanyayê cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê li jinan biriye şermezar kirin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û polîtîkayên dewleta Îranê yên bi qirkirina jinan re hewl dide têkoşîna bitepisîne hatin eşkerekirin.

Çalakvanên pankarta “Bi Jin Jiyan Azadî re Şoreşa Jinê" vekirin. Kesên li derdorê eleqeyek mezin nîşanî çalakyê dan.