BI DÎMEN

Li Londonê meşa ji bo 3 rojan destpê kir

Li Londonê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgirîdayina pêngava cîhanî û protestokirina 9’ê Cotmehê meşa ji bo 3 rojan da destpêkirin. Meşvanan gotin, “Wê Rêber Apo azad bibe û komploger têk biçin.”

Li Londonê di çarçoveya pêngava cîhanî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve meşa ji bo 3 rojan hate destpêkirin. 
Ciwanên ku li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Londonê li hev civiyan tim û tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî gerîla” berzkirin. 


Ciwanên ku afiş û pankartên derbarê pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, li ber stranên ji bo Rêberê Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê hatin gotin, govend gerandin. 
Li ser navê pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî ya Îngilistanê Ercan Akbal axivî û bal kişand ser pêngava cîhanî û wiha got: “Îro paradîgmaya Rêber Apo li hemû cîhanê deng vedaye û Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya konfederalîzma demokratîk komployê parçe kiriye. Dîlgirtina Rêber Apo nayê qebûlkirin. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê vê komployê vala derxist. Pêngava azadiya Rêber Apo ya ku îro li seranserê cîhanê dewam dike nîşan dide ku dîlgirtina Rêbertiyê êdî nayê qebûlkirin.”
Akbal îşaret bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê kir û komplogeran şermezar kir û got: “Wê Rêber Apo azad bibe û komploger têk biçin.”
Piştî axaftinê bi dehan ciwan bi flamayên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bûn, bi stran û bi bezkirina dirûşmeyan meşiyan. Welatiyên derdorê eleqeyeke mezin nîşanî meşa ku li herêma Haringeyê dest pê kir, dan û wesayîtan bi lêdana qorneyan piştgirî dan meşê.
Di meşê de belavok hatin belavkirin û hunermendên Kurd stranên şoreşgerî gotin. 
Meşa ku wê 3 rojan bidome wê di 10'ê Cotmehê de li ber avahiya Meclîsê bi dawî bibe.
Kesên beşdarî meşê bûn hest û ramanên xwe ji ANF'ê re anîn ziman 

'GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE’

Ji beşdarên meşê hunermendê Kurd Mîr Serhad got, “Divê gelê me rabe ser piyan. Ji bo azadiya Rêber APo em ê li kolan û qadan bin. Îro roja yekîtiyê ye. Gelê Kurd wê bi ser bikeve. Em Rêber Apo silav dikin, gerîlayên Kurdistanê silav dikin. Em êdî mêtingeriyê qebûl nakin û qebûl nekin. Heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê têbikoşin."

'EM JIYANA BÊYÎ RÊBER APO QEBÛL NAKIN'

Berdevkê Tevgera Ciwanan Mazlûm Çewlîk diyar kir ku meşa wan wê 3 rojan bidome û got, “Em jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nakin. Em dibêjin yan azadî yan azadî. Em şopdarên Rêber Apo ne. Divê hemû cîhan vê bizanibe. Divê gelê me tevlî vê meşa azadiyê bibe. 

'RÊBERTÎ WÊ AZAD BIBE’

Yek ji beşdarên meşê Heval Seyda yê 72 salî ye. Heval Seyda bal kişand ser pêngava azadiyê ya ku salek li pey xwe hişt û wiha got: “Meşa me bi coş û xweş e. Em ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin. Rêbertî azad bibe wê gelê Kurdistanê jî azad bibe. Em ê meşa xwe bidomînin û em ê ranewestin.” 

'PARADÎGMAYA RÊBERIYÊ LI ROJAVA PÊK HAT, DORA CÎHANÊ YE'

Ji Tevgera Ciwanan Hamza Amed jî wiha axivî: “Em ê tecrîda mutleq bişkînin û Rêber Apo azad bikin. Em vê dewleta faşîst nas nakin û nas nekin. Heta ku Rêbertî azad bibe em ê nesekinin. Paradîgmaya Rêbertiyê Komploya 9’ê Cotmehê pûç kir. Paradîgmaya Rêbertiyê li Rojava pêk hat, niha dora cîhanê ye.”
Jina ciwan a bi navê Elîf jî diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û bang li her kesî kir ku komployê şermezar bikin û beşdarî meşa azadiyê bibin. 
Meşa ku ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin wê li herêmên navendî yên Londonê pêk were. Di meşa ku bi coş û kelecan didome de roja ewil wê li Old Screetê ya ku yek ji navendên girîng ên bajêr e, bi dawî bibe.