BI DÎMEN

Li Baselê salvegera damezrandina KNK'ê hat pîrozkirin

Li Baselê bi boneya 25’emîn salvegera damezrandina KNK'ê resepsiyan hat lidarxistin. Di resepsiyonê de pêşketinên KNK'ê yên ji damezrandina wê heta niha hatin vegotin û bal kişandin ser pêwîstiya mezinkirina yekîtiya neteweyî.

25’EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA KNK’Ê

Li bajarê Basel ê Swîsreyê bi boneya 25’emîn salvegera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) resepsiyonek hat lidarxistin.

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê û endamê Desteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar, nûnerên YNK, Goran, Partiya Yekîtiya Sûriyeyê, PJAK, Meclîsa Asûrî ya Behtnahrîn a Ewropayê û gelek kes beşdarî resepsiyona ku li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin bûn. Di axaftinên di resepsiyonê de hatin kirin de bang kirin ku divê demildest yekîtiya netewî ya Kurdistanê pêk were.

Ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deeyek rêz hat gorton. Piştî rêzgirtinê Alî Matur diyar kir ku gavên 25 sal berê ji bo yekîtiya gelê Kurd hatiye avêtin roj bi roj mezin dibe û got, “Kurdistan bûye çar parçe. Em van sînorên sûnî nas nakin û qebûl nakin. Divê hemû pêkhateyên di nava KNK’ê de ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin. Divê em yekîtiya xwe misoger bikin. Eger em dilsozê bîranîna şehîdên di rêya Kurdistanê de ne, divê em vê yekitiyê pêk bînin.

Matur bi bîr xist ku îro di heman demê de salvegera Qirkirina Seyfo ye û got, "Em vê komkujiya li dijî Suryaniyên ku rengê erdnîgariya Kurdistanê ne, şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin." 

RÊBER APO JI BO KNK’Ê KEDEK MEZIN DA

Di resepsiyonê de sînevîzyona li ser damezrandina KNK'ê hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar axivî. Aydar anî ziman ku ew di avakirina KNK'ê de cih girtiye. Aydar diyar kir ku di avakirina KNK'ê de para Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelekî girîng e û ev pêvajo wiha nirxand: "Dema em wekî parlamenter derketin derve, lêgerîna me hebû. Rêber Apo bang kir, em çûn Şamê. Daxwaz kir ku ji bo meclîsa netewî xebat bên kirin. Em vegeriyan Ewropayê û me dest bi xebatê kir. Hewldaneke cidî hat kirin. Divê keda Mam Celal ti carî neyê paşguhkirin. Wî jî piştgiriyeke cidî da. Dema me xebatên xwe didomand, zextên dewleta Tirk zêde bûn. Dema me amadekariya kongreya netewî dikir, Rêber Apo bi komployekê radestî Tirkiyeyê kirin. Me nekarî di wê hawîrdorê de karê xwe bikin. Piştre dema parêzer çûn Îmraliyê, Rêber Apo li ser rewşê pirsî û xwest bi lezgîn Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bicive. Me 25 sal berê di serdemek wisa dijwar de ava kir." 

'DIVÊ EM YEKÎTIYA KURDAN MEZIN BIKIN'

Zubeyîr Aydar, bal kişand ser wê yekê ku KNK di asta navneteweyî de ji bo çar parçeyên Kurdistanê veguheriye saziyekê û wiha domand: “Em hê jî bang li hemû partî û pêkhateyên Kurdistanî dikin. Em yekîtiya netewî ya Kurdistanê ava bikin. Me heta îro gelek caran bang li PDK’ê kiriye û min bi xwe jî bi wan re hevdîtin kiriye. Tu carî nehatin yekîtiya neteweyî. Me jî xebatên serkeftî pêk anîn. Bi minasebeta 100 saliya Lozanê gelek xebatên serkeftî hatin kirin. Divê ji niha û pê ve em zêdetir bixebitin. Divê em yekîtiya netewî ya Kurdistanê zêdetir berfireh bikin.

Ji partiyên siyasî yên beşdarî resepsiyonê bûn, li ser navê YNK’ê Hêjar Elî, li ser navê Partiya Yekitiya Sûriyê Azad Osman, li ser navê Tevgera Goran Refîq Abdullah, li ser navê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Alî Şîmşek, Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, Meclîsa Suryaniyan a Behtnahrîn a Ewropayê Semîr Gurco, Ezîz Ehmedî û Şêx Mûsa axaftinek kirin.

Di resepsiyanê de helbesta ku ji aliyê Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Gernas Koçer ve hatiye nivîsandin û çîroka kewekê vedibêje bal kişand. Helbesta "Gerîla" ku endamê YNK'ê Hêjar Elî bi zaravayê soranî xwend. Li ser navê PJAK'ê Hekîm Hîtutî, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Dîlan Çetînkaya, endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E Mûsa Farîsogûllarî û gelek kes beşdarî resepsiyonê bûn.

Şahî piştî konsera muzîkê bi dawî bû.