BI DÎMEN

Li Tûrgiyê salvegera Qirkirina Seyfo hat bibîranîn

Suryaniyên li Swîsreyê bi boneya 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfo ya 1915'an, li bajarê Tûrgiyê merasîmek bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi dîroka bi êş a 1915’an re hevrû nehatiye.

QIRKIRINA SEYFO

Li bajarê Tûrgî yê Swîsreyê bi boneya 109’emîn salvegera Qirkirina Seyfo ya li dijî Suryaniyên ku yek ji gelên qedîm ê Mezopotamyayê ye, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Yekemîn bîranîna ku bi pêşengiya Dêra Ortodoks a Suryaniyan li Dêra Suryaniyan a Gebenstorfê hat lidarxistin. Di bîranînê de Hevşaredara Hezexê Turkan Kayir, Dr. Toros Korkmaz, siyasetmedar Tuma Çelîk û gelek kes beşdar bûn. Di merasîma ku ji aliyê keşe Mîkaîl Ezîz ve hat kirin de dua hatin xwendin û îlahî hatin gotin.

Girse piştî merasîma li dêrê derbasî Komeleya Çanda Suryaniyan a bajarê Tûrgiyê bû û li vir bîranînek li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna Suryaniyên hatin qetilkirin, keşe Mîkaîl Ezîz dua xwend.

Piştre Dr. Toros Korkmaz axaftinek kir. Korkmaz anî ziman ku ew di heman demê de endamê gelê Ermen ê ku di sala 1915'an de rastî qirkirinê hat û got, "Felsefeya damezrandina Komara Tirkiyeyê ji holê rakirina kêmneteweyan e. Ev felsefe ji bo hemû kêmneteweyan hat sepandin. 1915 dîrokek bi êş e. Nikare bê gotin ku bi tevahî bi vê dîrokê re hevrû nehatine.
Li aliyê din Tuma Çelîk bi kurtasî behsa çawaniya hatina sala 1915’an kir û di wê dîrokê de û piştî wê çi qewimî û got, “Em bêyî têkoşînê nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Em nikarin bûyerên 1915’an bi tenê çareser bikin. Gelek gelên ku ji vê qetlîamê bandor bûne hene. Divê em bi wan re hevkariyê bikin. Di vî warî de HDP projeyek girîng e. Dewlet naxwaze nasnameyên cuda yên etnîkî bên cem hev. Ji bo vê jî her tim dixwazin HDP'ê ji hev cuda bikin û dibêjin tenê partiya Kurdan e. Li dijî vê têkoşîneke hevpar pêwîst e. Piştî salan li Hezexê şaredareka me ya Suryanî heye. Ev watedar e.”

Piştî axaftinan komek jin û zarokan sirûda gelerî ya li ser Qirkirina Seyfo hatiye nivîsandin xwendin.