KON-MED: Roj roja xwedîderketina li vîna gel e

KON-MED'ê bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê , bang li hemû pêkhateyên xwe û hemû hêzên demokratîk ên li Elmanyayê kir ku bertekên xwe di asta herî jor de li qadan nîşan bidin.

QEYÛM ŞANDIN ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) bertek nîşanî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya ku di 31'ê Adarê de ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatibû bidestxistin, da û bang li gel kir ku wek mînaka Wanê bi rêyên demokratîk heta ku mafên xwe bi dest bixin li qadan bin. Daxuyaniya li ser navê Hevserokatiya KON-MED’ê wiha ye:

EV ENCAMA ISRARA ŞERÊ PIRSGIRÊKA KURDAN E

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên qeyûman didomîne. Îro danê sibê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Wanê hat binçavkirin û şaredariya me bi zora polîsan ve hat desteserkirin. Em vê zîhniyeta qeyûman red dikin. Gelê me di 31’ê Adarê de bi rêyên demokratîk nîşan da ku vê zîhniyeta qeyûman nas nake.

Siyaseta qeyûman encama israra rejîmê ya di şerê pirsgirêka Kurd de ye. Ti pêwîstiyên demokrasî û  dewleta hiqûqê pêk nayê. Desthilata AKP’ê ku hemû welat xistiye nava kaos, şer û krîza aborî, li Herêma Kurdistanê ti pîvanan nas nake. Hewl dide mafê hilbijartinê yê gelê Kurd ji rêzê bike. Li hemberî rewşeke bi vî rengî ya giran divê hêzên demokratîk ên Kurdistan û Tirkiyeyê bibin yek û dawî li van pêkanînan bînin. Dîsa gelê me weke mînaka Wanê bi rêyên demokratîk heta mafên xwe bi dest  bixin divê li kolanan bin. Di polîtîkaya 'normalkirinê' ya dewleta Tirk de, careke din qeyûm bûn para gelê Kurd. Divê êdî ev polîtîkayên AKP’ê neyên qebûlkirin. Ev desthilatdariya ku hemû nirxên exlaqî û demokratîk winda kiriye bi zîhniyeta çete û faşîst welat bi rê ve dibe, û pêkanîna ku di sedsala 21’an de li tu derê cîhanê nayê dîtin ji bo Kurdan guncav dibîne.

JI TÊKOŞÎNÊ PÊVTIR TI RIYA ÇARESERIYÊ NEMAYE

Ev rejîm ne tenê li Bakurê Kurdistanê vê yekê dike. Di heman demê de êrîş û hewldanên xwe yên dagirkeriyê yên li ser parçeyên din ên Kurdistanê didomîne. Hema bêje her roj êrîşên hewayî li ser Rojava pêk tîne û gelê me qetil dike. Ji bilî têkoşîna li dijî vê feraseta ku di dijminatiya Kurdan de ti sînoran nas nake, ti  riya çaresriyê nemaye. Li ku dibe bila bibe divê gelê me li dijî vê ferasetê li qadan be û bi rêyên demokratîk bertekên xwe nîşan bide.

HEMÛ PÊKHATEYÊN KON-MED’Ê DAKEVIN QADAN!

Polîtîkayên durû yên dewletên Ewropayê hê zêdetir hêz dide AKP'ê. li hemberî rewşeke ku em dikarin jê re bibêjin qonaxa yekemîn a demokrasiyê bêbertekbûyîn hêzê dide AKP'ê. Weke KON-MED’ê em bi awayekî vekirî bang li partiyên siyasî yên Elmanyayê û raya giştî ya Elmanyayê dikin. Ma hûn ê ji vê desthilatdariya ku demokrasî ji holê rakiriye û her cure neheqî li gelê Kurd dike re gotinekê nebêjin? Îro roja hevgirtinê ya ji bo demokrasî û vîna gelan e. Em bang li hemû rêveberiyên federasyonê, di serî de meclîsên xwe û hemû pêkhateyên KON-MED’ê dikin ku demildest li qadan di asta herî jor de bertek nîşan bidin. Em bang li hemû hêzên demokratîk ên li Elmanyayê dikin ku bi gelê Kurd re di nava hevgirtinê debin."