Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de destnîşan kir ku ew ê hem li dijî darbeya qeyûmê û hem jî li dijî êrîşên dagirkeriyê têkoşînê mezin bikin û vê faşîzmê paşve bixin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em ê li dijî darbeya qeyûman a ku îro li Colemêrgê pêk hat û êrîşa dagirkeriyê ya li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her derê ku lê bin têkoşînê mezin bikin û bi rabûna ser piyan pergala tecrîdê têk bibin.
Dewleta Tirk a yekperestî ev 100 sal in şerê topyekûn ê ku bi qirkirina siyasî, êrîşên dagirkeriyê û asîmîlasyonê li ser gelê Kurd dimeşîne û dest ji vê armanca xwe bernade.
Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên 31'ê Adarê de bihişmandiya tolhildanê êrîşî destkeftiyên siyasî yên gelê Kurd dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi rêya qeyûman maf û destkeftiyên demokratîk destser kiriye, herêmê bi tevahî ber bi têkçûnê ve dibe.
Wezareta Karên Hundir, Hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê girt û Walî Alî Çelîk weke qeyûm tayîn kir. Bi vî rengî îradeya gel bi awayekî eşkere hate desteserkirin.
Desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê rasterast bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmên Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê ve girêdayî ye.
Ev desthilata dijminê Kurdan di 22 salan de bi her awayî mafê dengdanê û hilbijartinê yê gelê Kurd desteser dike û bi rêbazên dijdemokratîk guh neda vîna gel. Desthilatdariya faşîst a ku piştî bi sed hezaran kes li Wanê serî hilda paşve gav avêt, xuya ye ku tu ders ji vê serhildana gel dernexistiye.
Hewldana desteserkirina îradeya demokratîk a gel a di bin navê nermbûnê de durûtî ye. Desthilata dijminê Kurdan tu hiqûqê nas nake, bi tundî û qeyûman li desthilatdariyê dimîne.
Dîktator Erdogan ê ku hilbijartinên 11'ê Hezîranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên gel xwe bi rê ve bibe qebûl nake, bi awayekî vekirî şer îlan kir û bal kişand ser van hilbijartinan û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li van hilbijartinan ew ê her tiştî bikin. Desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê rasterast bi şerê tê plankirin ku di rojên pêş de li ser Rojava bê meşandin ve girêdayî ye.
Artêşa Tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê encamên ku dixwest bi dest nexist, li pey hev derbeyên giran xwar niha bi hêzên xiyanetê re amadekariya şerekî berfireh dike. Armanca vê êrîşa qirkirinê û amadekariya êrîşan ew e ku erdnîgariya Kurdan dagir bike.
Ev êrîşên qirkirina siyasî yên artêşa Tirk û dîktator Erdogan ê ku di berxwedana Kobanê de bi şikestineke mezinre rû bi rû ma hewl dide tola vê bi şerekî berfireh li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê hilîne, lê ev yek bi berxwedana gel were pûçkirin.
Em ê li dijî darbeya qeyûman a ku îro li Colemêrgê pêk hat û êrîşa dagirkeriyê ya li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her derê ku lê bin têkoşînê mezin bikin û bi rabûna ser piyan pergala tecrîdê têk bibin.
Em ê li dijî van êrîşên qirkirinê li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em dîsa rûyê xwînmij ê dewleta Tirk a faşîst û dîktator Erdogan ji gelên Ewropa û cîhanê re eşkere bikin.
Weke KCDK-E’yê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku hem li dijî êrîşên qirkirina siyasî hem jî li dijî şerê li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê li her qadên ku lê ne dakevin qadan û rabin ser piyan.”