Li Zanîngeha Sapienzayê stand hat vekirin

Ciwanên Kurd ên beşdarî meşa ji bo gelê Filîstinê ya li Romayê bûn, li Zanîngeha Sapienzayê stand vekirin, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan nasîn û der barê tecrîda li Îmraliyê de agahî dan.

Li paytexta Îtalya Romayê li dijî komkujiya li ser gelê Filistînê bi hezaran kes meşiyan. TekoJIN (Jinên Ciwanên Têkoşer) û jinên ciwan ên enternasyonalîst bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK'ê beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê jinên ciwan li Zanîngeha Sapienza ya Romayê stand vekirin û pirtûkên Abdullah Ocalan hatin pêşandan. Di standa ku bi sedan kes beşdar bûn de, der barê paradîgmaya Abdullah Ocalan, tecrîda li Îmraliyê û sîstema qirkirinê de agahî hatin dayîn. 

Xwendekarên zanîngehê yên hatin standê pirtûkên Abdullah Ocalan û broşurên agahdarkirinê yên li ser jiyana Abdullah Ocalan stendin. 

Jinan diyar kirin ku xeta Rêya 3’yemîn a Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo gelê Filistînê çavkaniya çareserî û hêviyê ye.