Li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Londonê çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Londonê li hev civiyan û serdegirtinên Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kirin.
Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Belçîkayê ya li Londonê li hev civiyan û serdegirtinên Stêrk TV û Medya Haber TV şermezar kirin.
Li ser banga Meclîsa Gel a Kurd, gelek kes li ber Konsolosxaneya Belçîkayê hatin cem hev, serdegirtin û êrîşên polîsên Belçîkayê yên li hemberî çapemeniya Kurd şermezar kirin.
Di çalakiyê de dovîz û pankartên ku êrîşên li ser çapemeniya Kurd protesto dikin hatin hilgirtin û timî dirûşmên "Piştgiriya Erdogan rawestînin, şerm bike", "Terorîst Erdogan", “Bimre faşîzm" û "Çapemeniya Kurd nayê bêdengkirin" hatin berzkirin.
Ji Meclîsa Gel a Kurd Ercan Akbal li vir daxuyaniyek da û êrîşa nîvê şevê ya li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV ên li Belçîkayê ku çav û dengê gelê Kurd in, bi tundî şermezar kir.
Akbal got, “Em êrîş û dorpêça dewleta Belçîkayê ya li Stêrk TV û Medya Haber TV ku dengê gelê Kurd in û behsa demokrasî û azadiya mafên mirovan li navenda Ewropayê dikin, şermezar dikin. Divê demildest dev ji vê helwesta dijdemokratîk berdin û êdî dev ji çavtirsandina li ser Stêrk TV û Medya Haber TV ku ji aliyê gelê Kurd û bi milyonan ve tên temaşekirin, berdin.
Ercan Akbal axaftina xwe wiha domand: “Gelê me wê dengê xwe û vîna xwe biparêze. Piştgiriya we ya ji bo aligirê DAIŞ'ê Erdogan şerm û deqeke reş e. Helwesta we ya li hember gelê Kurd jî bêexlaqî û dermirovî ye.
Şandeya Meclîsa Gel a Kurd bi rayedarên konsolosxaneyê re hevdîtin kir û diyar kir ku divê Belçîka nebe aliyê bêhiqûqiya li ser Kurdan û dawî li zextên li ser Kurdan bînin.”.
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.