BI DÎMEN

Li Nurnbergê êrîşên nijadperestî hatin protestokirin

Li Nurnbergê êrîşa li dijî Kurdan a li Belçîkayê hat protestokirin.

ÊRÎŞA NIJADÎ YA LI BELÇÎKA

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên faşîstên Tirk ên li dijî Kurdistaniyên piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Heûsden-Zolder a Belçîkayê, mîtîngek hate lidarxistin.

Nûnerê DKTM'ê di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) ve hat lidarxistin de axivî. Nûner got, “Ev êrîş bi ferma Erdoganê faşîst hatiye kirin. Ji ber polîtîkayên durû yên Ewropayê yên li hemberî Kurdan cesaret girtin. Faşîst Erdogan xwe li serhildana gelê Kurd ranegirt û êrîşên bi vî rengî organîze kir. Êrîşên bi vî rengî ne yên yekemîn û ne yên dawî ne jî. Bêdengiya dewletên Ewropayê ya li pêşberî van êrîşên faşîst wê herî zêde zirarê bide wan.”

Di çalakiyê de nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî axivî û got: “Gelê Kurd bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk azadiya xwe diqîre. Gelê Kurd ji bo azadiya Rêbertî xwe qad neterikandin. Dewleta Tirk a faşîst ku nikari tehemûlê berxwedana gelê me yê di Newrozê de nîşan da bike, faşîstên xwe bera kolanan da û êrîşî Kurdan kirin. Lê mixabin welatên Ewropayê van êrîşan nabînin. Welatên Ewropayê yên ku li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk ên di navbera 2013-2022’yan de li Parîsê pêkhatin b¨deng man divê vê zinibin ku bi vê nêzîkatiyê, hûn ê bêtir Parîsê bidin jiyîn. Her bêdengiya we ya li dijî êrîşên ser Kurdan cesaretê dide faşîstan.”