Li Heusden-Zolderê li dijî Kurdekî nîşaneya serkeftinê kir hewldana lînckirinê

Li Heusden-Zolder a li herêma Limburg a Belçîkayê, li dijî kesekî ku di wesayîta xwe de nîşaneya serketinê kir hewldana lîncê ya nijadperest a girseyî hat kirin. Der barê kesê ku nîşaneya serkeftinê kiriye de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî medyaya Belçîkayê, roja Duşemê piştî nîvro li bajarê Heusden-Zolder bûyereke nû qewimî. Polîs û medyayê li ser hewldana lîncê ya nijadperestî lêpirsîn nekirin, lê berê tîrên xwe dan kesekî ku dema bi wesayîta plaqeya Elmanî di nav bajêr re derbas dibû de nîşana serkeftinê kir.

Hat ragihandin ku piştî nîşana serkeftina nijadperest li hev kom bûne, êrîş kirine û tundiya fizîkî li ajokar kirine.

Hat ragihandin ku polisên li herêmê nobetê digirin li şûna ku mudaxaleyî nijadperestan bikin, ajokar demeke kin binçav kirin. Polîsan der barê ajokar de girteka fermî amade kir û wê bişînin dozgeriyê.

Di 24’ê Adarê de li bajaroka Heusden-Zolder Kurdên ku piraniya wan malbatên Rojavayî bûn rastî êrîşa bi sedan njadperestên AKP-MHP’ê hatin. Di êrîşan de bi dehan welatî rastî gefa şewitandina malekê hatin û di êrîşan de gelek kes birîndar bûn û rewşa yek ji wan giran e.