Li Lûganoyê vîna Newrozê ya gelê Kurd hat silavkirin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Lûganoyê de vîna gelê Kurd a Newrozê hat silavkirin û peyama; ”Em ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin" hat dayîn.

NEWROZA KANTONA TICINO

Li bajarê Lûgano yê kantona Ticino ya Swîsreyê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li navenda pêşangeha Centro Esposizione hat lidarxistin de Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dostên gelê Kurd, gerîla û berxwedêrên zindanan û tevahî mirovahiyê hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiya ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayan hat bibîrxistin de gel bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana PKK'ê", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bê Serok jiyan nabe", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" hatin berzkirin.

Pîrozbahî di şexsê şehîdên Newrozê de ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê komîteya Newrozê Recep Akkamiş axivî û Newroza gelan pîroz kir. Akkamiş berxwedana gerîla silav kir, diyar kir ku ew ê her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin û got, "Di Newroza 2024'an de asta tevlîbûn û vîna gelê me careke din derket holê. Tevî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmên gerîla û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û operasyonên qirkirina siyasî yên li ser Bakurê Kurdistanê, gelê Kurd careke din îradeya xwe nîşan da û Rêberê xwe û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê parast."

Li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Mehmet Aslan axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û girîngiya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka kurd”. Aslan bal kişand ser berxwedana gerîlayan û got, dewleta Tirk tevî teknolojiya xwe ya pêşketî jî nikare li hemberî berxwedana gerîla bisekine. Aslan anî ziman ku bi berxwedana gerîlayan bihar zû hat Kurdistanê û Newroza gelan pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de endamê Komeleya  Têkoşîna li Dijî Çekên Kîmyewî yê Navneteweyî û parlamenterê Kantona Ticino Dr. Beppe Savary Barioli, Serokê Komeleya Jinûve Avakirina Kobanê û endamê Parlamentoya Neteweyî Onkolog Franco Cavalli, parlamenterê Ticino Gerri Piccolo Bretta û nûnerê Partiya Sosyalîst a Lûgano Adriano Venutî jî bi axaftin kirin û Newroza gelê Kurd pîroz kirin.

Pîrozbahî bi stranên hunermend Azad Karahan dewam kir, gel bi tilîlî û dirûşmeyan govend gerand.