BI DÎMEN

Li Lauterachê Newroza bi coş

Newroza Lauterachê ku Hozan Comerd, Pinar Aydinlar, Feyruşah û Koma Dewran weke hunermend beşdar bûn bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

NEWROZA LAUTERACHÊ 

Li bajarê Lauterach ê eyaleta Vorarlberg a Awûstûryayê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Di Newroza ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vorarlbergê hat lidarxistin de Hozan Comerd, Pinar Aydinlar, Feyruşah û Koma Dewran derketin ser dikê.


Li salona ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, al û flamayên Kurdistanî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.
Hevşaredarê berê yê Baglarê Murat Mûnzûr ku weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bû, wateya Newrozê ya ji bo Kurdan diyar kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li cîhanê tu mînaka wê nîne. Mûnzûr diyar kir ku di encama berxwedana Kurdan a bi pêşengiya Abdullah Ocalan de komplo hat pûçkirin û got ku Newroza îsal Newroza azadiya Abdullah Ocalan e.
Di pîrozbahiyê de govend hate gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Newroz" û "Bijî Yekîtiya Kurdistan" hatin berzkirin.