Meşa Azadiyê li Evryê berdewam kir

Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan li banliyoya Evry a Parîsê di roja 11’an de berdewam kir. Di meşê de gelê herêmê, esnaf û sazî der barê tecrîd û tevgera azadiyê de hatin agahdarkirin.

'Meşa Azadiyê' ya ku 11 roj berê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  li paytexta Fransa Parîsê hatibû destpêkirin, li banliyoya Evry a bajêr dewam kir.

Meşê saet di 13.30’an de li ber avahiya Walîtiya Evry destpê kir û heta saet 16.30’an li ber avahiya Şaredariya Evryê berdewam kir.

Di meşê de bi hezaran belavokên ji bo hişyarkirina derdorê hatin belavkirin, dosyayên ku der barê tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê meşandin, pêşkêşî esnaf û saziyên Fransayê yên li herêmê hatin kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, yek ji meşvanan Faruk Demîr axaftinek kir.

Demîr di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Hevalên hêja, 25 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. 25 sal in em li qadan in û Rêberê xwe diparêzin. Em wê rojê (15’ê Sibata 1999’an) di dîroka xwe de wek rojeke reş dibînin. Ji ber vê yekê em wê rojê, dagirker û komplogerên navneteweyî şermezar dikin û piştgiriya Rêberê xwe dikin. Em têkoşîn, fikir û felsefeya Rêbertiyê li cîhanê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav dikin.”

Meşvanên ji 25 kesan pêk tê di tevahiya meşê de bi coş stran gotin û bênavber dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin. Şêniyên herêmê bi zimanê Fransizî û hoparloran  der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd de hatin agahkirin.

Qertên di meşê de hatin berhevkirin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye re hatin şandin.

Îro jî li gorî saeta herêmî saet 17.00’an li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grîgny konsera dengbêjiyê tê lidarxistin.

Qonaxa meşê ya sibê (roja 12) wê li banliyoya Villeneuve Saint Georges a li başûrê Parîsê pêk were. Her wiha dê li vir sînevîzyonek bê pêşandan.