Meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 9’an de didome

Meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Qonaxa nû ya meşvanan bajarê Limay bû ku li nêzî Mantes la Jolie et Les Mureaux ê Fransayê ye.

Meşa 25 rojan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 9’emîn deli bajarê Lîma yê Fransayê berdewam kir. Meşa dirêj heta şaredariya bajêr dewam kir.

Di tevahiya meşê de bi hezaran belavok ji bo hişyarkirina gelê derdorê hatin belavkirin. Dosyayên têkildarî şert û mercên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin de pêşkêşî esnaf û saziyên Fransî yên li herêmê kirin. Di vê navberê de karkerên li derdorê jî meş silav kirin.

BANGA BEŞDARBÛNA MÎTÎNGA 17’Ê SIBATÊ HAT KIRIN

Parlamentera berê ya HDP'ê Nursel Aydogan ku ji meşvanên dirêj re peyama dîtbarî şand  ev tişt anî ziman: "Tecrîda girankirî ku sûcê mirovahiyê ye, 25 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, 34 mehên dawî tecrîda mutleq e. Helbet gelê me 25 sal in li dijî vî sûcê mirovahiyê têdikoşe. Berxwedan û têkoşîn dewam dike. Em meşa azadiyê ya parçeyek ji vê têkoşînê ya li Parîsê hatiye destpêkirin û heta Strasboûrgê bidome, silav dikin. Em ê di 17’ê Sibata 2024’an roja Şemiyê de li Kolnê bi meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ mîtîngekê li dar bixin û ez hemê dost, heval û gel vedixwînim vê mîtîngê.”

Meşvanên ku ji 25 kesan pêk tê di tevahiya meşê de bi coş stran gotin û bênavber dirûşmeyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan berz kirin. Her wiha bi zimanê Fransî bi hoparloran daxuyanî hatin dayîn.

Qertên di meşê de hatin berhevkirin, ji Girava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye, hatin şandin.

Her wiha îro jî wê saet di 18:00’an de li Navenda Civaka Demokratîk a herêmê sînevîzyonek bê nîşandan.

Qonaxa meşê sibe (roja 10) wê li bajarê Melûn a başûrê Parîsê berdewam bike.