Êrîşên dagirkerî li Gottîngenê  hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Gottîngenê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtînga ku saet di 17.00’an de ji aliyê Înîsiyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kasselê ve hat organîzekirin de axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de li raya giştî banga hişyariyê ya navneteweyî hate kirin û hate xwestin ku dewleta Tirk di demeke herî kurt de ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were derxistin û êrîşên qirkirinê bên rawestandin. Mîtînga ku der barê êrîşan de belavok hatin belavkirin, bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxedana Rojava", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.