Li Sydneyê rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Sydneyê yê Awûstralyayê bi çalakiyekî 9’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Sydneyê yê Awûstralyayê bi çalakiyekî 9’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir.
Li ser navê DKTM'ê Brûsk Aeverî ku di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de axivî û got, "Têkçûna dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ya li Kobanê, li ser xwîn û canê bi hezaran ciwanên Kurd pêk hat. Gelê Kurd bi vî bedelê giran ku da mirovahî ji xeteriyeke mezin rizgar kir."
Aeverî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tola DAIŞ’ê hilîne sûcên li dijî mirovahiyê pêk anî. Aeverî daxuyan ku êrîşî hemû herêmên Rojava û bi taybet Kobanê kir û wiha pêde çû: “Kobanê ya ku DAIŞ têk bir, îro di bin êrîş û gefên dewleta Tirk de ye. Kobanê ji bo hemû mirovahiyê bedelên giran da. Xwedîderketina li Kobanê erka mirovahiya pêşverû ye.”
Çalakî bi stranên Hozan Xanemîr û gerandina govendê bi dawî bû.