Li Osloyê darvekirinên li Îranê hatin protestokirin
Li paytexta Norvêc Osloyê darvekirinên li Îranê bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Li paytexta Norvêc Osloyê darvekirinên li Îranê bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Li Osloyê ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve li dijî polîtîkayên darvekirinên rejîma Îranê çalakiyek hate lidarxistin.
Di mîtînga ku li navenda Osloyê hat lidarxistin, peyama hevpar a beşdaran bi zimanê Norvecî û Kurdî hat xwendin.
Di peyamê de daxwaz ji hikûmeta Norvecê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hatiye kirin ku ji bo rakirina kuştina bi qestî ya girtiyên siyasî li hemberî Komara Îranê helwestê nîşan bidin.
Çalakî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ji rejîma Komara Îslamî re mirin û bicehime” bi dawî bû.