Kurdistaniyên li ser banga Însiyatîfa Jinan a Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li ber Gara Trenê ya Strasbûrgê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li hev civiyan, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi pêşengiya dostên Kurdan li gelek deverên cîhanê hat destpêkirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.
Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir, ji Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî Sarah Glynn axivî. Glynn diyar kir ku çareseriya şerê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi misogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Sarah Glynn bal kişand ser pergala êşkeneceya Îmraliyê ya 25 sal in didomin û got, “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Destûr nadin ku rêberê gel bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev îşkenceya sîstematîk e." Sarah Glynn bang li saziyên Ewropayê kir ku peywira xwe bi cih bînin û diyar kir ku ew gelê Kurd û hevrêyên Ocalan heta şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.
Sarah Glynn got, "Ji bo aştiyeke birûmet divê azadiya Ocalan pêk were. Rêya yekane ya qedandina şerê li ser gelê Kurd ku bi azadî û vîna gelê Kurd pêkan e."