BI DÎMEN

Rûspiyên Eşîran: Em li dijî şerê navbera Kurdan e

Serok û rûspiyên eşîrên herêma Cizîrê li hemberî hewldanên derxistina şerê navbera Kurdan helwesta xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew li dijî vî şerî ne.

Endamê Meclîsa Eşîrên Kurd û rûspiyê eşîra Havêrka Silêman Çeto destnîşan kir ku ew şerê biratiyê qebûl nakin û ev yek anîn ziman: ‘’Em weke serok û rûspiyên eşîran li dijî şerê birakujiyê ne. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin û em baş dizanin ku dijmin dixwaze ku di navbera gelê Kurd de şerek rû bide. Em jî weke serok û rûspiyên eşîran li dijî vê yekê disekinin.’’

Silêman Çeto di dewama axaftina xwe de dîyar kir ku  eşîrên Kurd her çar parçeyên Kurdistanê yek dibînin û wiha domand: ‘’Em serok û rûspiyên eşîran her çar parçeyên Kurdistanê yek dibînin. Divê pêşmerge jî li dijî gefên dijmin ên li ser  Kurdistanê bisekinin. Divê ciwanên me ji bilî gerîlayên azadiyê li kêleka tu kesan şer nekin. Her wiha li kijan parçeyê Kurdistanê xetereyek hebe, divê pêşmerge û gerîlla li hemberî wê xeteriyê bisekinin.’’

Silêman Çeto di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku divê hemû partiyên siyasî li hev bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Daxwaze me ji partiyên me yên siyasî ew e ku li hev bicivin û girêdayî daxwazên gelê xwe li hev bikin. Têkildarî vê yekê hêvîyên me jî zêde ne. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê helwesta me yek be.’’

Rûspiyê eşîra Badîna Elî Mehmûd Ebas (Bavê Adil) jî têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman û got: ‘’Daxwaza me ji ciwanên me yên ku tevlî pêşmergeyên Roj bûne ew e ku bila şerê biratiyê nekin. Bi tu awayî em qebûl nakin ku gelê Kurd bi hev re şer bikin. Li derdora me gelek dijminên me hene û ji ber vê yekê jî divê bi şerê biratiyê xizmeta dijminên me nekin. Em şerê biratiyê weke îxanetê dibinin û qebûl nakin.’’ 

Elî Mehmûd Ebas di dawiya axaftina xwe de dubare tekez kir ku ew li dijî şerê biratiyê ne û got: ‘’Divê bi tu awayî şerê biratîyê neyê kirin. Her wiha li kijan parçeyê Kurdistanê şer çêbibe, em ê jî li vir bi hemû hêza xwe alîkariya parastina Kurdistanê bikin. Lê belê em qebûl nakin ku em gelê Kurd bi xwe li dijî hev bisekinin.’’