Cenazeyê şervanê Hêzên El Ekradê Yusif El Ebid hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên El Ekradê Yusif El Ebid ê di encama teqîna mayînekê de li rojavayê Minbicê şehîd bibû, li Minbicê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên El Ekradê Yusif El Ebid ê di encama teqîna mayînekê de li rojavayê Minbicê şehîd bibû, li Minbicê hat veşartin. Bi sedan şêniyên Kantona Minbicê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê, deste, saziyên wê, partî, meclîsên sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kombûna a Zenûbya û Rêxistinên Civaka Demokratîk tevlî merasîma veşartinê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Huzeyfe Ebdo axivî û got: "Şehîdan ji bo ku civaka xwe ji koletiyê xilas bikin, têkoşiyan û li ser şopa şehîd Ezîz Ereb û şehîdên azadiyê ji bo ku herêmê ji dagirkeriyê û çeteyan rizgar bikin canê xwe feda kirin."

Ji fermandarên Hêzên El Ekrad Ehmd Bedrawî axivî û got: "Em bi şehîdên xwe re ne û dê heta dawiyê gelê xwe ji zordestiyê biparêzin. Em soz didin şehîdên xwe ku li ser rêya wan bin ta ku serkeftinê bi dest bixin."

Dûre hevserokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê Heysem El Hemdo axivî û wiha got: "Vîna me bi gelê me xurt e. Em ê li hember gefan û êrîşan li ber xwe bidin û şehîdan bidin. Bi têkoşîn û fedakariyên xwe, em rê nadin ku tu kes êrîş axa me bike."

Dûre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elaa El Elî wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şervanê Hêzên El Ekradê Yusif El Ebid bi tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat veşartin.