BI DÎMEN

Ji Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî

Rêxistina Sara hemleya danasîna zagonên malbatî da destpêkirin ku hemle têkildarî zagonên di nava malbatê û sûcên li dijî jinan e.

Endama Rêveberiya Rêxistina Sara, Arzû Temo li ser mijarê ji ANF'ê re axivî. Arzû Temo di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir hemle li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye û dirûşmeya hemleya wan; ‘Em hevî ne, Em aşîtî ne’ ye  got: ‘’Bi dirûşmeya; ‘Em hevî ne, Em aşîtî ne'’ hemleya me a li dijî tundî û qetilkirina jinan hate destpêkirin. Hemleya me li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di vê hemleyê de wê herî zêde gund û bajarok werin dest girtin û du mehan berdewam bike. Armanca me ji vê hemleyê danasîna zagonên malbatî û tundiyê ye. Heta niha li hemû herêmên me zagonên malbatî nehatine danasîn û girêdayî vê yekê me hemleyeke bi vî rengî da destpêkirin. Her wiha li hemberî qetilkirina jinan weke ev zagon weke mertalekê ne.

Arzû Temo di dewama axaftina xwe de anî ziman ku wê di demên pêş de sê ofîsên Rêxistina Sara li sê herêmên cuda werin vekirin û axaftina xwe wiha domand: ‘’Divê sûcên ku li dijî jinan tên kirin, weke hemû sûçên din bê ceza nemînin. Li gelek herêman jin tên qetilkirin ku ew herêm zêdetirî ew herêmên ku Ereb lê dimînin. Ji bo sala 2024'an plana me ew e ku em li Reqa, Minbîc û Tebqayê sê ofîsan vekin. Her wiha li wan herêman  heta niha jî zîhiyeta baviksalarî serdest e.’’

Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Arzû Temo eşkere kir ku wê hemleya hişyariya ji bo di navbera her du zayendan de bi dawî nebe û wiha got ‘’Weke Rêxistina Sara ev hemleya me ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye. Her wiha hemleya me ji bo hişyarîdayîna civakê ye û rûniştandina zagonan e. Bi van zagonan em hewl didin ku pêşiya tundiya li ser jinan bigirin û civakeke ku tundî lê nayê jiyîn ava bikin. Ji ber wê jî hemleya me wê bi dawî nabe û her wiha wê hemleyên din ên nû jî pêk werin.’’

Temo di dewama axaftina xwe de diyar kir hemle li ser daxwaza civakê hatiye destpêkirin û wiha pêde çû: ‘’Hemle girêdayî daxwaza civakê hate destpêkirin ku welatî bi xwe jî dibêjin ku pêdiviya wan bi hişyariyên bi vî awayî û danasîna zagonên malbatî heye. Weke Rêxistina Sara em dozên girêdayî jinan dişopînin û li ser kar dikin. Kevneşopiyên eşîrtiyê heya niha bandoreke mezin li ser civakê ava kiriye. Her wiha kevneşopiyên baş jî di nava civakê de hene ku em ê parastina wan jî bikin. Lê belê ev kevneşopî di hin aliyan de şaş hatine femkirin û ji ber wê jî em dixwazin ku wan şaşfêmkirinên têkildarî kevneşopiyan li holê rakin û bi awayekî rast wan di nava civakê de belav bikin.’’

Arzû Temo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li  herêmên dagirkirî li dijî jinan gelekî sûc tên kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Dewleta Tirk a dagirker herêmên me yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kiriye û li wan herêman rojane destdirêjî li ser jinan tê kirin, jin tên revandin û tên kuştin. Her wiha li wan herêman kesên ku van sûcan dikin jî nayên cezakirin û hemû dozên ku vedibin jî bi awayekî nediyar tên girtin. Em weke Rêxistina Sara nikarin derbasî li wan herêman bibin lê belê em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila  derbasî li wan herêman bibin û sûcên ku li dijî jinan tên kirin,  werin belgekirin û ji dadgehên navneteweyî re werin pêşkêşkirin û sûcdar werin cezakirin.’’