Cenazeyê Şehîd Xelef Diyab hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Xelef Diyab li Şedadê hat veşartin

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZEYÊ ŞEHÎD

Şêniyên Şedadê, malbatên şehîdan û endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Xelef Diyab li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.

Di merasîma veşartinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Seher Ebdilhelîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em îro bi dilşewat û xemgînî cenazeyê şehîd Mihemed vedişêrin. Şehîd kesên herî bi rûmet û pak in ku canê xwe ji bo welatê xwe feda dikin.”

Ji rêveberên Trafîkê Ebdilîlah El Salih jî got: “Şehîd Mihemed ji bo axa xwe, ewlehiya welatê xwe canê xwe feda kir û gihişt şehadetê. Em tu carî fedakariya şehîd Mihemed û hevalên wî ji bîr nakin û em soz didin ku rêya wan a têkoşînê bidomînin da ku bigihêjin serkeftinê.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hat veşartin.