Rûniştina doza Ayaz ê li Qibrisê hatibû girtin, hat dîtin

Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku di 5'ê Adarê de li Qibrisê hat girtin, hat dîtin.

Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ê di 5'ê Adarê de li Balafirhega Qibrisê Larnaka, li ser daxwaza dewleta Elman a ji bo girtin û radestkirinê hatibû destgîrkirin, piştre li Qibrisê hate girtin.

Ji ber Elmanya bi dewleta Tirk a faşîst re li ser siyaseta dijminatiya Kurdan li hev kiriye, xeterî heye ku Elmanya Ayaz radestî Tirkiyeyê bike ku wê bibe sedema bi salan bê darizandin.

Siyasetmedar Ayaz dema dixwest ji balafirgeha Qibrisê Larnaca biçe cem malbata xwe ya li Swêdê, 2 roj piştî ku ji aliyê polîsên Qibrisê ve hat destgîrkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Larnaca, derket pêşberî dadgehê.

Gelê Kurd bi girseyî beşdarî rûniştina Ayaz bûn. Parlamenter, rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî yên di komîsyona piştevaniya bi gelê Kurd re ya li Qibrisê hat avakirin jî beşdar bûn.

Ayaz li salona dadgehê bi gotina “Ez Kurd im” bertek nîşanî polîsên ku li emniyetê muameleya ‘terorîst’ kirine û tund nêz bûne da.

Serokê Dadgehê Papatanasîo, Dozger Vasîlîs Pîssas û parêzerê Ayaz Efstatîos Elstation tev li rûniştinê bûn.

Dozger Vasilis daxwaza radestkirina Ayaz bo Elmanyayê kir. Parêzer Efstatios jî destnîşan kir ku radestkirin û sûcdariyên ku ji bo Ayaz tên xwestin ne tenê neqanûnî ne, di heman demê de biryareke siyasî ye û xwest Ayaz bê berdan.

Serokê dadgehê Papatanasio da zanîn ku dewleta Elman di 22.06.2022’yan de derbarê siyasetmedar Ayaz de biryara girtinê daye û 8-10 sal cezayê girtinê xwestiye û ji bo werger û temamkirina belgeyên dosyayê rûniştina din taloqî 21’ê Adarê hate kirin. Serokê dadgehê biryar da ku siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz heta rûniştina din girtî bimîne.

Kurdistaniyên li Qibrisê dijîn, ji bo şermezarkirina biryarê wê roja Duşemê li ber avahiya Wezareta Edaletê ya Qibrisê ya li Lefkosyayê çalakiyeke girseyî li dar bixin.