Rûgeş Zinar û Cîger Çarçela li Reims’ê hatin bîranîn
Gerîlayên şehîd ên HPG’ê Rûgeş Zinar û Cîger Çarçela li bajarê Reims ê Fransayê hatin bîranîn.
Gerîlayên şehîd ên HPG’ê Rûgeş Zinar û Cîger Çarçela li bajarê Reims ê Fransayê hatin bîranîn.
Rûgeş Zinar (Sadun Tutmaz) û Cîger Çarçela (Tolvan Metîn) 25’ê Mijdara 2024’an de li Zapê şehîd bûn û HPG’ê di van rojên borî de nasnameya her du şehîdan eşkere kir. Ji bo gerîlayên şehîd Rûgeş Zinar û Cîger Çarçela li bajarê Reims ê Fransayê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Reims’ê hatî lidarxistin, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Murat Ceylan di bîranînê de axivî û got, “Weke xwendevanên Rêber Apo em soz didin ku têkoşîna şehîdan geş bikin. Îro dewleta Tirk li hemberî Tevgera Azadiyê bêçare maye. Rêber Apo beriya 20 salan gotibû, ‘Hûn nikarin PKK’ê biqedînin. Ez PKK’ê nas dikim; bi rengekî bêhempa li ber xwe dide’. Binêrin, car din çûn ber lingê Rêber Apo.”
Piştre sînevîzyona ji bo bîranîna şehîd Rûgeş Zinar û Cîger Çarçela hatî amadekirin, hate temaşekirin.