Li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê SMO berxwedaniyeke bêhempa ji aliyê şervanên QSD/YPJ’ê ve tê raberkirin. Ji bo parastina Bendava Tişrînê ji dagirkeriyê, gel di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji 7 salî heta 70’ê salî bi rihê berxwedana Kobanê li ber xwe didin û kom bi kom nobetê dewir digirin.
Ji bo ragihandina berxwedana li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê rojnamevanên li herêmê roleke girîng girtine ser milên xwe. Tevî ku gelek caran rojnamevan li bendava Tişrînê û dervayî wê jî hatin hedefgirtin, lê israra her rojnamevanekî ku bi kamereya xwe rûyê heqîqetê derxe holê bilind dibe. Ew heqîqeta ku bi Gurbetellî Ersoz re destpê kirî, bi Nazim û Cîhanan re berdwam kir.
Rojnamevanên ku şahidî ji vê berxwedana dîrokî re dikin, ji ANF’ê re axivîn. Nûçegîhanê Ronahî TV’yê Berxwedan Hemo, anî ziman ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê ev nêzî meheke berxwedaneke dîrokî tê raberkirin û got, “Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedanê mohra xwe li demê xistine. Çavkaniya vê berxwedaniyê ji Kobanê destpê dike, gelê me jî li vir bi şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dike, şervanên me jî di çeperên şer de dîroka berxwedaniyê dinivîsin."
‘DIXWAZIN GELÊ ME DI KOMKUJIYAN DE DERBAS BIKIN’
Berxwedan, destnîşan kir ku dagirker dixwazin gelê li vir di bin komkujiyan de derbas bikin û wiha domand, “Çawa ku li Kobanê û Şengalê di salên 2014-2015`an de gel rastî komkujiyan hatin, xwestin careke din wan pêkanînên xwe bixin dewrê û li hemberî gel komkujî pêk bînin. Lê şervanên me li pêşiya çete û dagirkeran sekinîn û gelê me jî li pişt şervanên xwe rabûn. Li Bendava Tişrînê berxwedanek bêhempa heye. Çawa me DAÎŞ’ê têk bir, em ê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên dagirkeriyê jî têk bibin. Ev bertek û helwesta gelê li vire.”
Berxwedan, diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û got ku heta dawiyê dê dengê heqîqetê ragihînin.
‘LI TI DEVERÊ MÎNAKA BERXWEDANEKE BI VÎ RENGÎ NÎNE’
Nûçegîhana Jin TV’yê Rebîa Êto, anî ziman ku berxwedana gel a li Bendava Tişrînê bi awayekî dorveger û bênavber didome û got, “Ji bo parastina ax, av û eletrîka xwe, li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê, berxwedaniyeke ezîm tê kirin. Li ti deverê mînaka berxwedaneke bi vî rengî nîne. Her roj bendav û dora wê bi balafiran tên bombekirin û rasterast sivîl tên hedefgirtin. Em weke rojnamevanên li vir, ji bo ragihandina rastiyê çi ji destê me bê em ê bikin.”
`EM JI MIRINÊ MEZINTIRIN`
Rebîa Êto, diyar kir ku êrîşeke ku nayê wesifkirin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê kirin û behsa berxwedaniya li hemberî êrîşan kir. Rebîa Êto got, “Ez weke rojnamevan bi karwana gelê Kantona Firatê re hatin û min xwest wê berxwedaniya ku dîsa bi pêşengtiya jinan derketiye pêş bi kameraya xwe, ji raya giştî re ragihînim. Her roj dirûşmeya ‘Em ji Mirinê Mezintir in’, ‘Berxwedan jiyane’ bênavber tê berzkirin. Dijmin xwe li ber berxwedana gel ranagire û bi hemû hêza xwe êrîş dike. Di encama êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û sedan jî birîndar bûn. Lê gel bi coş û dîlanên xwe bersiv dide dagirkeran. Di roja salvegera serketina Kobanê de gelê Kobanê ew roja pîroz li vir li ser bendavê pîroz kirin, careke din ew dîlan hat hedefgirtin. Di encamê de 14 kes birîndar bûn.”
‘EM Ê HETA DAWIYÊ RASTIYÊ RAGIHÎNIN’
Rebîa Êto, da xuyakirin ku wê hemû netew bi çand û nasnameya xwe, xwe bidin îfadekirin û got, "Dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrîş bir ser gelê herêmê. Lê bi şoreşa gelan re dawî li desthilatdariya hat, ew jî destkeftiyên dîrokî ne. Çavên dewleta Tirk li van destkeftiyane, lê gelê me li vire. Lewra ew gel tê hedefgirtin, em ê bibin dengê vî gelî û ji raya giştî re bidin diyarkirin ku em ê heta dawiyê xwedî li gelê xwe û kamereya xwe derkevin."