'Rizgariya ji vê zilmê bi azadiya Ocalan dibe'

Çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 395'an de bi komeke nû dewam dike.

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' 2760 roj in li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê dewam dike. Her hefte komeke ji bajarekî cuda yê Ewropayê dibe nobedar. Nobedarên vê hefteyê jî 3 kesên ji bajarê Rennes ê Fransayê ne.

Salîh Hoca, Şêxmûs Amed û Erhan Aktay dest bi nobedê kirin û tê payin ku di nava hefteyê de hin Kurdistaniyên din jî beşdarî çalakiyê bibin.

Salîh Hoca bi navê komê daxuyaniyek da û diyar kir ku helwesta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a Konseya Ewropayê ya li pêşberî tecrîdkirina Ocalan, xizmetê ji dewleta Tirk re dike û nerazîbûn nîşan da.

Salîh Hoca bi bîr xist ku bi rêya tecrîdê têkiliya girtiyan ji derve tê birîn û CPT rexne kir ku CPT li pêşberî vê tecrîdê helwesteke zelal nîşan nade.

Berdevkê komê destnîşan kir ku gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê divê li dora Ocalan bibin yek, ev yek yekane rêya çareseriyê ye û got, "Eger Kurd û demokrat dixwazin Tirkiye demokratîk bibe, divê zanibin ku pêwîste Ocalan azad bibe. Her kes vê zilmê dibîne û yekane rêya rizgariya ji vê zilmê jî azadiya Ocalan e."

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di 25'ê H ezîrana 2012'an de dest pê kiribû. Heta niha zêdeyî 2 hezar kes tevlî çalakiyê bûn û çalakiya herî demdirêj a Kurdan e ku bênavber dewam dike.