Meclîsa Gel a bajarê Saarbrukenê 02.02.2025’an li ser rewşa dawî ya siyasî û çalakiya 15’ê Sibatê ya li Strasbûrgê pêk bê civînek organîze kir.
Hevseroka Meclîsa Gel a Saarbrukenê Remziye Eke û endamê Meclîsê Xebat tevî Rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgul di dîwana civînê de cih girtin.
Rêşad Sorgul di civînê de li ser pêvajoyê axivî û qonaxa ku Kurd têre derbas dibin weke qonaxeke dîrokî bi nav kir û got: "Ev qonax bi qasî ku zêrîn e, ewçend jî qonaxeke hewldan û kedeke mezin li ser peyayên vê pêvajoyê ferz dike."
Sorgul li ser komploya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd pêkhatî axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirkî ya qirker û înkarker di 15’ê Sibata 1925’an de ku tê de Şêx Seîd hatî girtin, Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de esîr girtiye û di 29’ê Hezîranê de jî ango roja darvekirina Şêx Seîd de biryara darvekirinê ji bo Rêber Apo daye.
Sorgul bi vî awayî bal kişand ser rastiya dewleta Tirkî û got, tişta dewleta Tirkî dike ji dijminatiyê wêdetir înkar û qirkirin e.
Li ser parametreyên 26 salan ên komployê, Sorgul got, "Komplo ji hin aliyan ve weke xwe dimeşe, lê ji hin aliyan ve weke berê nameşe, ji ber ku berxwedan û têkoşîna gelê Kurd heta radeyeke girîng komplo pûç û bêtesîr kiriye. Lê tevî vê jî tecrîd didome û komploger naxwazin Rêber Apo bi awayekî azad biaxivin."
Li ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî Sorgul got: "Destê Rojava ji her demê xurtir e û neteweya demokratîk li Bakur-Rojhilatê Sûrî havênê wê girtiye."
Di beşê dawî yê civînê de endamên Meclîsa Gel a Saarbrukenê jî axivîn û xwestin di van rojên dîrokî de her kes bi erka xwe rabe û bi tevlîbûneke xurt beşdarî çalakiya 15’ê Sibatê ya Strasbûrgê bibin.
Beşdaran jî pirsên xwe û şiroveyên xwe kirin û dîwanê bersiv dan.
Bi slogana “bijî serok Apo û jin jiyan azadî” civîn bi dawî bû.