BI DÎMEN

Remzî Kartal: Em ê bi rêxistinbûneke zêdetir yekîtiya neteweyî pêk bînin

Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal di hevdîtinê gel a li bajarê Genchenê de axivî û got ku Rêber Apo her tim azadiya gelê Kurd parast û got: “Eger em meclîs û komunên xwe li gorî paradîgmaya Rêber Apo birêxistin bikin, em ê yektîiya neteweyî pêk bînin.”

Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ji bo parvekirina geşedanên heyî bi gel re li bajarê Genchen ê Kantona Solothurnê hevdîtineke bi tevlîbûna zêde li dar xist. 

Nêzî hezar kes beşdarî hevdîtinê bûn û Hevserokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal jî amade bû. 

POLÎTÎKAYÊN ŞER DAWIYA TIRKIYEYÊ ANÎ

Remzî Kartal di hevdîtinê de axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi konsepta şer re dawîlêanîna Tevgera Azadiya Kurd dike armanc û bilêv kir ku tevî ku piştgirî ji hêzên navneteweyî digre jî bi ser nakeve. 

Remzî Kartal anî ziman ku polîtîkaya şer a Tirkiyeyê di aliyê aborî, civakî û siyasî de wî anî ber tunebûnê û wiha got: “Rojhilata Navîn di çarçoveya ewlehiya Îsraîlê de ji nû ve şêwe digre. Tirkiye êdî tê vederkirin. Dema em geşedanên piştî guhertîna rêveberiya li Sûriyeyê dinêrin, Tirkiye wê ji derveyî wê jî bimîne. Tirkiye di hundir û derve de xitimî. Dema ku hêzên navneteweyî da Tirkiyeyê, qediya. Rêber Apo wê derkeve pêş. Dewlet vê dît, lewma gavek avêt. Tirkiye demeke dirêj e bi Rêber Apo re hevdîtin dike. Hêzên navneteweyî Tirkiyeyê veder kirin. Tirkiye vê dît lewma hat qonaxa aştiyê. Rêber Apo van geşedenan hemû dît û pêvajoyeke nû da destpêkirin. Rêber Apo dixwaze pêvajoyeke dîrokî ya nû bide destpêkirin. Kurd êdî li Rojhilata Navîn bûn aktorekî girîng. Di hevdîta ewil de Rêber Apo xwest li ser xwişk-biratiya gelan pirsgirêkê çareser bike. Dewleta Tirk pêngavek kir, Rêber Apo jî pêngavek cûda kir.”

Remzî Kartal diyar kir ku ew li bendê ku Rêber Apo di salvegera komploya 15’ê Sibatê de peyamek bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêbertî her tim destwerdanê li ser pergalê dike. Em di wê baweriyê de ne ku dîsa destwerdaneke bi vî rengî bike. Di salên ewil ên pêvajoya Îmraliyê de dîsa bi vî rengî destwerdanek kir. Li dijî vê destwerdanê ji derve şer, li hundir xiyanet çêbûn. Piştî 1990’î çend caran hewl da. Herî dawî di pêvajoya 2013-2015’an de ev hevdîtin hatin qonaxekî. Lê ji ber ku dewlet gav neavêt dîsa rewşa şer pêş ket.”

ŞOREŞA ROJAVA PLANA DEWLETA TIRK XIRA KIR    

Kartal anî ziman ku di sala 2013’an de ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ji bo şer amadekarî kir, bi destwerdana Rêber Apo re pêşketineke çêbû û wiha got: “Dewleta Tirk dema plana çokdanînê amade dikir, hevdîtin bi Rêber Apo re da destpêkirin. Rêbertî destwerdanê li rewşa heyî kir. Ev di heman demê de rê li ber Şoreşa Rojava vekir. Dewleta Tirk ne li benda vê bû, lê Şoreşa Rojava pêş ket. Dewlet amadekariyên şer kiribû, lê dema li Rojava bi taybet li Kobanê Kurd bi ser ketin, planên wî têk çûn. Dîsa vegerîn polîtîkaya şer.  Ji Dolmabahçeyê heta îro ev polîtîkaya dewletê dewam dike. Rêbertî destewerdaneke nû kir. Em geşedanan ji nêz ve dişopînin.”

RÊBER APO HER TIM AZADIYA GELÊ KURD PARAST

Kartal destnîşan kir ku wê dewletên neteweyî êdî li erdnîgariya Rojhilata Navîn nemînin û diyar kir ku Rêber Apo wê tiştekî di zirara gelê Kurd de neke û wiha axivî: “Em niha li benda peyama ku Rêber Apo di 15’ê Sibatê de bide ne. Em nizanin bê ka wê di peyama xwe de çi bibêje lê Rêber Apo ku em nas dikin tîşteke di zirara gel de neke. Ew her tim azadiya gelê Kurd parast. Ji bo vê berdêlên giran da.”

EM Ê BI RÊXISTINBÛNEK ZÊDETIR YEKÎTIYA NETEWEYÎ BI DEST BIXIN

Remzî Kartal got ku di vê pêvajoyê de pêwîstî bi zêdetir rêxistibûnê heye û divê ji bo vê yekê xebatekî cidî were kirin. Kartal got: “Eger em paradîgmaya Rêber Apo jiyanî bikin, em ê li çar parçeyên Kurdistanê asteke qonaxekî girîng bi dest bixin. Rêbertî niha ji bo Tirkiyeyê hevdîtinan dike. Li Rojava, Başûr û Rojhilat berxwedana gelê Kurd dewam dike. Eger em meclîs û komunên xwe yên li Ewropayê li gorî paradîgmaya Rêber Apo birêxistin bikin, em ê yektîiya neteweyî pêk bînin.”

Piştî pêşkêşiya Remzî Kartal, gelek beşdar pirsên xwe kirin. Kartal her dawî wiha got: “Rêber Apo ye ku têkoşînê anî heta roja îro û hêviyê da gel. Ji ber vê yekê divê em destê Rêber Apo xurt bikin. Em weke gel û tevger li pişt Rêberê xwe ne.”

Hevdîtin piştî banga tevlîbûnê ya ji bo meş û mitînga ku wê di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.