Remzî Kartal bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku biherikin Kolnê
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, peyamek bi dîmen ji çalakvanên meşa 25 rojan a ji Parîsê heta Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome re şand.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, peyamek bi dîmen ji çalakvanên meşa 25 rojan a ji Parîsê heta Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome re şand.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, peyamek bi dîmen ji çalakvanên meşa 25 rojan a ji Parîsê heta Strasboûrgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome re şand. Kartal di peyama xwe de xwest ku bi meşa Kolnê peyam ji komplogeran re bê dayîn.
Peyama Kartal wiha ye:
“Em weke Tevgera Azadî, gelê Kurdistanê û dostên gelê Kurdistanê di salvegera 25’an a komploya navneteweyî de ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li derveyê welat pêngavek mezin dimeşînin. Hemû xebat û plansaziya me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê em 25 hevalên ku ji Parîsê heta Strasboûrgê meşiyan pîroz dikin. Ev helwesta wan pir bi wate ye û dê bandorek mezin li ser gelê me bike. Li ser vê bingehê em hemû dayik û xwişk û birayên xwe yên beşdarî vê meşê bûne bi dil û can silav dikin.
Em ê di 17’ê Sibatê de jî li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîngeke mezin li dar bixin. Çawa ku gelê Kurd û dostên wan di dema komploya navneteweyî de herikîn qadan, divê gelê me û dostên me yên ji çar aliyê Ewropayê jî bi sedhezaran biçin Kolnê. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê hemû bibin yek deng. Ji ber vê yekê çalakiya 17’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Apo gelekî girîng e.
Divê em peyamekê bidin wan hêzên komploger. Di vê çarçoveyê de em ji hemû gelê xwe û dostên xwe re dibêjin: Divê her kes çi karê wan hebe bihêle û di 17’ê Sibatê de li Kolnê cih bigire û ji bo Azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind bike û peyama xwe bide.”