Remy Paganî: PKK tevgereke berxwedanê ye

Parlamenterê Parlamentoya Kantona Cenevreyê Remy Paganî diyar kir durûtî ye ku Ewropayê PKK xistiye nava lîsteya ‘terorê’ û got ku ev biryar tê wateya hevkariya şerê qirêj ku Erdogan li dijî Kurdan dimeşîne.

Şaredarê berê yê Cenevreyê û Parlamenterê Parlamentoya Kantona Cenevreyê Remy Paganî di Medya Haberê de bersiva pirsên Serkan Demîrel da.

Paganî diyar kir ku hejmara gelê Kurd li Tirkiyeyê ji ya gelê Tirk zêdetir e û wiha got: “Kurd di heman demê de proleteryaya Tirkiyeyê diafirînin. Tevî vê rastiyê jî înkarkirina Kurdan pirsgirêkek mezin e û qebûlnekirina hebûna gelê Kurd, mesele hetanî têkoşîna bi çek jî biriye. Îro Baskî û Katalanan dest bi axaftina bi zimanê xwe kirine. Em dikarin Swîsre jî mînak bidin. Her civakê rêzdarî ji çand û zimanê beşên din re nîşan da û karîn bi hev re bijîn. Lê rêveberiya Tirk ku bûrjûvaziya Tirk diafirîne, ziman, çand û nasnameya Kurdan qedexe kir û li dijî wan şer tercîh kir. Dewleta Tirk di roja me de jî hîna parlamenterên Kurd digire. Ev yek nayê qebûlkirin.

Li aliyê din jî em bi tecrubeya sîstemek demokratîk re rû bi rû ne, ku ji aliyê PKK’ê ve li Rojava ketiye meriyetê û ji bo Ewropa jî mînak e.”

‘HER KES HEVKARIYA ERDOGAN A BI DAÎŞ’Ê RE DIZANE’

Paganî destnîşan kir ku welatên rojavayî ji bo tunekirina DAÎŞ’ê pêwîstî bi Kurdan dît û got: “Bi saya Kurdan ev xeteriya terorê ji hat tunekirin. Lê welatên rojavayî destûr dide ku Erdogan êrîşê Kurdan bike. Ev helwesta welatên rojavayî nayê qebûlkirin. Berî du salan ez çûm Bakurê Iraqê. Li gorî daneyên ku min li wir tespît kiriye, Erdogan bi rêveberên herêmê re gelek peymanên ekonomîk çêkirine û piştiriyê dide DAÎŞ’ê. Têkiliya Erdogan a bi DAÎŞ’ê re ne nûye, her kes dizane. Di vê çarçoveyê de Erdogan PKK’ê li hemberî xwe asteng dibîne.”

‘REJÎMA ERDOGAN SÎSTEMEKE DÎKTATORIYÊ YE’

Remy Paganî di berdewamiya axaftina xwe de, ev tişt got: “Rejîma Erdogan bi temamî sîstemeke dîktatoriyê ye. Mînak, çima Şaredara berê ya Amedê Gulten Kişanak li girtîgehê ye. Evane hemû ger ne dîktatorî be, wê demê çi ne? Erdogan ji bo Ewropa jî gef e. Artêşa Erdogan gazên qedexekirî bi kar tîne. Dema ku ez çûm Kurdistana Iraqê, min li wir bi şervanên Kurd re axivî. Bi êrîşan sivîl jî tên qetilkirin. Mixabin tiştek di destê şervanên Kurd de nîn e ku li dijî vê teknîkê rawestin. Dewleta Tirk bi van êrîşên xwe, sûcê şer dike.”

‘PKK TEVGEREKE BERXWEDANÊ YE’

Paganî ragihand ku NATO naxwaze li Tirkiyeyê otonomek a Kurd çêbibe û ev tişt got: “Lewma PKK xistiye nav lîsteya terorê û piştgiriyê didin şerê ku Erdogan li dijî Kurdan dimeşîne. Ez difikirim ku PKK tevgereke berxwedanê ye û wisan dibînim. Ev bi deh salane ev berxwedan dimeşe.”

‘DIVÊ OCALAN WERE BERDAN’

Şaredarê berê yê Cenevreyê û Parlamenterê Parlamentoya Kantona Cenevreyê Remy Paganî bilêv kir ku Erdogan bi rengekî dîrokî di demekê de hewl da ku bixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê çarçoveyê de bi Ocalan û PKK’ê re hevdîtinên siyasî hatin kirin. Lê Erdogan ferq kir ku ev pêvajo ne li gorî berjewendiyên wî ne, dest ji xwesteka xwe ya çareseriyê berda. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, wê pêvajoyek were ku birêz Ocalan nûneriya wê bike. Divê destpêkê Ocalan di şert û mercên mînîmûm de bikare bi ji derve re bikeve nav peywendiyê. Piştre weke nûnerekî PKK’ê ji bo pêşengiyê ji pêvajoya çareseriyê re bike, divê were berdan.”