'Rêbaza nû ya HPG'ê teknîka dijmin pûç dike'

Gerîlayê HPG'ê Denîz Ararat diyar kir, ku dewleta Tirk li Heftanînê li bin guhê berxwedana gerîla ketiye û got, "Rêbaza nû ya HPG'ê teknîka dijmin pûç dike."

Gerîlayê HPG'ê Denîz Ararat komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, berxwedana Heftanînê û êrişên dewleta Tirk nirxand. Ararat bi bîr xist, ku di encama komploya navneteweyî de ya ku 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û got, "Beriya her tiştî şehîdên şoreşê bi bîr tînim ku piştî komploya navneteweyî bi dirûşma 'hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakî kiribûn.

Yek ji armancên komployê destwerdana li Rojhilata Navîn bû. Astengiya herî mezin a li pêşiya projeya hêzên komploger, PKK û Rêber Apo bû. Gelek tevger li Rojhilata Navîn rabû lê belê ji ber destwerdanê ti ji wan bi pêş neket. Lê PKK û îdeolojiya Rêber Apo li pêşiya serketina projeyên hêzên komploger bûn asteng. PKK 40 sal in li dijî dewletên dagirker bi taybetî li dijî dewleta Tirk têdikoşe. Çeteyên DAÎŞ'ê ku bûn belayê serê cîhanê, tenê ji aliyê hêzên Apoyî ve hatin rawestandin. Ji ber vê yekê dewletên komploger neçar ma bi hêzên Apoyî re li hev bikin."

BI SENDROMA HEFTANÎNÊ KETINE

Ararat bal kişand ser berxwedana Li Heftanînê ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û destnîşan kir, artêşa Tirk a ku bi teknîka xwe razî ye, dixwaze PKK'ê tasfiye bike. Ararat diyar kir ku artêşa Tirk li bendê bû ku gerîla li pêşberî teknîka wan nikaribe çalakiyan bike û got, "Ji destpêka êrişên dagirkeriyê ve hêzên gerîla çalakiyan li dar dixin. Artêşa Tirk niha di nava Sendroma Heftanînê de ye. Ji ber vê yekê ye ku rayedarên Tirk tên heta sînor û ji bo moralê bidin leşkerên xwe, serdana wan dikin. Leşkerên li herêma Heftanînê ji qudûmê ketine, lewma bi van serdanan dixwazin wan komî ser hev bikin.

Dewleta Tirk her roj propagandaya 'Me tune kir, qedand, derb lê dan' dikin. Lê belê ti ji van rast nîne. Her sal dibêjin ku wê PKK'ê tune bikin. Lê belê PKK sal bi sal mezin dibe, gavên nû diavêje û derbên mezin li dijmin dixe. Gerîla jî di vê pêvajoyê de bi rêbaz û taktîkên nû xurt bû. Dewleta Tirk li qada navxweyî tengav bûye, xitimiye û ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike êrişî herêmên gerîla dike. Lê belê ev planên wan wê pûç bibin."

TÊKOŞÎNA GEL Û GERÎLA SERKETINÊ MISOGER DIKE

Ararat destnîşan kir ku dewleta Tirk bi derbên ji gerîla dixwe şoq bûye û li ser rêbaza nû ya şer a HPG'ê wiha axivî: "Rêbaza nû ya şer a HPG'ê li Heftanînê eşkere bû. Gerîlayên Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya 40 salî ispat kirin ku dewleta Tirk bi van operasyonan nikare bi ser bikeve. Gelek operasyon jî têk bir. Rêbaza nû ya HPG'ê teknîk pûç kir. Ji xwe ji bilî teknîkê tiştekî wan nemaye ku pê propagandayê bikin. Me li Heftanînê careke din dîtin ku hêa leşkeran nema ye ku karibe li dijî gerîla şer bikin.

Rast e li Heftanînê ketine çend herêman, lê belê ev nayê wê wateyê ku gerîla li van herêman nîne. Gerîla li her cihî ne. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe. Pêngava KCK'ê ya bi navê 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' ne tenê ji aliyê gerîla ve tê meşandin. Dema ku gel û gerîla bi berpirsyariya xwe rabû, hingî em ê bêhtir xurt bibin. Di sala 2012'an de me bi têkoşîneke bi vî rengî dijmin bir ber lingê Rêbertî. Têkoşîna gel û gerîla serketinê misoger dike. Hêzên Apoyî çawa ku DAÎŞ têk birin, wê çeteyên Erdogan jî têk bibin. Ji bo komplo bê pûçkirin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn em ê qada berxwedanê xurtir bikin."