Qonaxa meşa Cenevre-Strasboûrg a Bernê bi dawî bû

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û satatuya Kurdistanê li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Cenevre meşa dirêj hatibû destpêkirin. Qonaxa meşa dirêj a Bernê bidawî bû.

Kurdistanî û dostên wan 10’ê Sibatê meşa dirêj a ji Cenevreyê ber bi Strasboûrgê ve dabû destpêkirin û qanaxa meşa dirêj ya Bernê bidawî bû.

Meş saetên sibê li bajarokê Zollîkofen yê Bernê destpêkir û li Waîsenhaûsplatzê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Di mîtîngeê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û komeke ji endamên parlamenta netewî ya Swîsreyê serdana meşvanan kir û piştevaniya xwe diyar kirin.

Piştî mîtîngê meşvan beşdarî semînera li Navenda Civaka Demorkatîk a Kurd ya Bernê ku ji aliyê aktivîstên TJK-E ve îşev hatibû lidarxistin bûn.

Meşa Cenevre-Strasboûrg roja Pencşemê wê ji bajarê Baselê dewam bike.