Qeyûm li Stûttgartê hate protestokirin

Platforma Piştevaniya bi HDP’ê re li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi meşek girseyî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê protesto kir.

Bi tevlîbûna ADHK, AGÎF, Aliterî, ATÎK, DÎDÎF, ACK, HDK, SKB, SYKP, Komeleya Çanda Beceklî Goktepe û Şêwirmendiyê, AABF, BA-WU, Kongreya Avaker a Dersim, MLTD û Dîe Linke, Platforma Piştevaniya bi HDP’ê re li bajarê Stûttgarat a Elmanyayê desteserkirina şaredariyên HDP’ê bi meşekê protestokirin.

Meşa ku li Laûtenchlegerstrasse ya Stûttgartê hate kirin dirûşmên ‘Es Lîebe HDP’, ‘Terorîst Erdogan, destê xwe ji HDP’ê bikişîne’ û ‘Kurdistan goristan ji bo faşîstan’ hatin qîrkirin.

Tevahiya meşê belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin. Çapemeniya Elman jî eleqeyek zêde nîşanî çalakiyê da. Çalakî piştî axaftinan û şûnde bi dawî bû.