Qetlîamên Mereş û Roboskiyê li Parîsê hate protestokirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye qetlîamên Mereş û Roboskiyê bi meşekê hate protestokirin.

Bi pêşengiya hêzên çepgirû demokrat ên ji Tirkiyeyê li pêşiya Gare de l’estê çalakî hate lidarxistin. Gelek rêxistinên çepgir û sosyalîst û nûnerên saziyên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn.

Meş bi pankarta ‘Ji Mereşê heta Roboskiyê em ê hesap bipirsin’ hate lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku qetlîama dewleta Tirk ya li dijî Kurdan û Elewiyan îro li Rojava didome.

Meş bi sloganên li dijî faşîstmê li qada Rebûplîqûeyê bi dawî bû.