Qetlîama Cindirêsê li Berlînê hat protestokirin

Li Cindirêsê qetilkirina Kurdên xwest Newrozê pîroz bikin, li Berlîna paytexta Elmanyayê bi lidarxistina çalakiyekê hat protestokirin.

Li Cindirêsê qetilkirina Kurdên xwest Newrozê pîroz bikin, li Berlîna paytexta Elmanyayê bi lidarxistina çalakiyekê hat protestokirin. PYD’ya Berlînê, çalakî organîze kir. Endamên Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn), Meclisa Dest Dan a Jinan û Rojavayî tev li çalakiyê bûn. Kurdistaniyên saet di 16.00’an de li Brandenburger Torê hatin ba hev, ji bo şehîdên Kurdistanê rêz girt.

Di axavtinên li çalakiyê hatin kirin de, îşaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava hat kirin û pirs ji dewletên navneteweyî ku dengê xwe qetlîama çeteyên dewleta Tirk ên li ser Kurdên xwest agirê Newrozê vêbixin, kir ku wê heta kengî dengê xwe ji qetilkirina Kurdan re nekin.

Çalakgeran, li dijî qetlîama li navçeya Cindirês a Kantona Efrînê û qirkirina berpêyî gelê herêmê, banga yekbûnê kir û diyar kir ku ew ê têbikoşin û berxwedanê geş bikin.