Qenala televîzyonê ya muxalîf ji ber gefê buroya xwe ya Londonê girt

Tevna televîzyonê ya serbixwe Iran International ji ber gefên li ser rojnamevanên li Londonê, ragihand ku karên xwe yên li Îngilistanê sekinandiye.

Qenala televîzyonê ya bi zimanê Farsî weşanê dike ragihand ku ji ber 'gefên ji Îranê yên bi piştevaniya dewletê gelekî zêde bûne' ev biryar wergirtiye. Di daxuyaniya qenalê de hate gotin, "Ji ber ku gef gihiştine wê astê ku nema dikarin personelên qenalê biparêzin, me biryareke bi vî rengî dan."

Qenal wê karên xwe ji ofîsa ji Washîngtonê dewam bike.

Meha Mijdarê du rojnamevanên Îngiliz-Îranî yên qenalê, têkildarî rîska gengaz a li ser jiyana wan, ji aliyê polîsan ve hatibûn hişyarkirin. Li nêzî studyoya qenalê ya li Londonê polîs hatibûn bicihkirin û li derveyî avahiyê jî bendên ji beton hatibû bicihkirin.

Rêxistina Polîsan a Londonê ragihand ku têkildarî revandin an jî kuştina kesên li Îngilistanê yên ji aliyê Îranê ve weke 'dijminê dewletê' têne pênasekirin, ji destpêka sala 2022'an û vir ve 15 hewldanên sûîqestê hatin astengkirin.