‘Qehremantiya li Kobanê, îro li Zapê didome’
Li Londonê salvegera rizgarkirina Kobanê hate pîrozkirin. Peyama “Qehremantiya li Kobanê, îro li çiyayên Kurdistanê bi hemû heybeta xwe didome” hate dayîn.
Li Londonê salvegera rizgarkirina Kobanê hate pîrozkirin. Peyama “Qehremantiya li Kobanê, îro li çiyayên Kurdistanê bi hemû heybeta xwe didome” hate dayîn.
Meclîsa Gelê Kurd û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) a Îngilistanê bi wesîleya salvegera 8’emîn a rizgarkirina Kobanê li avahiya KCC’ê merasîmek lidar xist.
Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê û wêneyên şervanên YPG’ê yên ku ji Îngilistanê çûn Rojava û şehîd bûn, li salonê hatin daliqandin. Bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Di merasîmê de li ser navê TCŞ’ê axaftina vekirinê hate kirin û hate gotin ku qehremantî û fedakariya li Kobanê, îro li çiyayên Kurdistanê, li Zapê bi hemû heybeta xwe li dijî faşîzm û dagirkeriyê didome.
Piştre li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Aso Kerîmî û Ercan Akbal axivîn.
Di axaftinan de Arîn Mîrkan hate bîranîn û hat gotin ku gelê Kurd li Kobanê li dijî hovîtiyê têkoşîneke mirovî meşand. Hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hatî kirin, li dijî faşîzma Erdogan û dewleta Tirk û hemû paşverûtiyê hate kirin.
Hat diyarkirin ku jinên Kurd di rizgarkirina Kobanê de pêşengiyeke dîrokî kirin û ev pêşengî li hemû cîhanê ji têkoşîna azadiyê ya jinan re bûye çavkaniya îlhamê.
Piştî axaftinan Mîr Serhed û Merwan Şan derketin ser dikê.